′Armanca dewleta Tirk valakirina herêmê û têkbirina Rêveberiya Xweser e′

Rewşenbîrên ji Reqayê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê û gotin: "Dewleta Tirk dixwaze herêmê vala bike û projeya Rêveberiya Xweser a têk bibe."

′Armanca dewleta Tirk valakirina herêmê û têkbirina Rêveberiya Xweser e′
27 cotmeh, 2023   05:45
REQA
MIHEMED XELÎL

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Li hember êrişan cîhan û hêzên navneteweyî bêdeng in

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê Hesen Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze herêmê vala bike û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û wiha domand: "Bêguman armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên bi balafirên şer û yên bêmirov, valakirina herêmê û têkbirina aramiya wê. Di heman demê de armanc dike projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Ev projeya ji aloziya sûriyeyê re  modela çareseriyê ya herî guncaw e, beşek mezin a gelê Sûriyeyê vê rastiyê dizanin."

Hesen Mistefa diyar kir ku plana dewleta Tirk a dagirker ew e ku bi rêya van êrişan herêmê parçe bike, tam wek ku Îsraîl dixwaze herêmê parçe bike.

Mistefa bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk de û wiha dom da axaftina xwe: "Helwesta dewletên ku qaşo mafên mirovan û azadiyê diparêzin, cihê şermê ye. Dewletên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan li hember sûcên  dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê dike, berpirs in. Divê hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin."

Mistefa diyar kir ku dê xeta têkoşînê bidommîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev êriş dê nikaribin têkoşîna me rawestînin. Têkoşîna me dê heta pêkanîna projeya me li seranserî Sûriyeyê bidome."

Endamê Yekitiya Rewşenbîran û çalakvanê mafên mirovan Şewax El Ehmed destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê di çarçoveya projeyeke mezin  de pêk tê û got: "Ev proje ji sedsala borî ve ye, ji dema komkujiyên Osmaniyan de ne ku niha ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê pêkanîn."

El Ehmed anî ziman ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziyê di çarçoveya qirkirina gelên herêmê de têne kirin û wiha dom da axaftina xwe: ′′ Dema binesazî wek av, kehrebe û gaz tê hedefgirtin wê demê şênî koçber dibin, herêm vala dibe û ji bo dagirkirinê û bicihkirina çeteyan di herêmê de amade dibe.”

Şewax Ehmed bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku xwedî li erkên xwe derkevin û biryarên xwe pratîk bikin.

 (mh)

ANHA