Kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’ berdewam e

Kongreya Rêya Sûriyeya Demokratîk ku duh li paytexta Belçîkayê Brukselê dest pê kiribû, îro jî didome.

Kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’ berdewam e
26 cotmeh, 2024   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Rêya Sûriyeya Demokratîk bi tevlêbûna gelek tevger û kesayetên demokratîk ên sûriyeyî didome.

Duh bi navê komîteya amadekar a kongreyê axaftin hatin kirin û behsa pêvajoyên amadekirina kongreyê hatin, aliyên piştgiriya vê xebatê kirine mîna Navenda Olaf Palme ya Swêdê hate kirin.

Her wiha nûnerên Navenda Olaf Palme got ew ê piştgiriya hewldanên ji bo çareseriya li Sûriyeyê bidomînin.

Bi navê Komîteya Siyasî ya Siwêdayê jî axaftin hate kirin. Komîteyê destnîşan kir ku ji bo rola pêkhateyên civakê di rêveberiyê de bê dabînkirin, nenavendîbûn gelekî girîng e.

Dûre kongre li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir. Çaverê ye ku kongre îro bi dawî bibe.

Tê destnîşankirin ku ji bo nîqaşkirin û koordînekirina hewldanên avakirina siberojeke hevbeş li ser bingeha edalet, wekhevî û azadiyê ji tevahî sûriyeyiyan re, kongre firsendeke girîng e.

(şx)

ANHA