Di êrişa Îsraîlê de 2 leşkerên Îranê hatin kuştin

Îranê ragihand ku di êrişa Îsraîlê de 2 leşkerên wê hatine kuştin. Dewletên Ereban jî êriş şermezar kir.

Di êrişa Îsraîlê de 2 leşkerên Îranê hatin kuştin
26 cotmeh, 2024   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê duh bi şev gelek herêmên Îranê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê yên duh bi şev de 2 leşkerên wê hatine kuştin. Artêşê piştî êrişan ragihandibû ku sîstema parastina hewayî li dijî êrişên Îsraîlê serketî bûye û xisareke kêm gihaştiye hinek cihan.

Îmarat, Eman, Erebistana Siûdî, Qeter û Iraqê êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê şermezar kirin.

Îmaratê metirsiya xwe ji kûrbûna aloziyê û bandorên wê yên li ser ewlehiya herêmê rave kir û êrişên li ser Îranê şermezar kirin.

Qeterê jî ji ber "encamên xeternak" ên êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê hişyarî da. Her wiha ji bo “rêgirtina li ber aloziyekê” banga xurtkirina hewldanan kir.

Wezareta Karên Derve ya Emanê jî êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Îranê şermezar kirin û bi "binpêkirina serdestiya Îranê û qanûnên navneteweyî" wesifand. Wezaretê daxuyand ku "ev êriş tundiyê zêdetir dike û hewldanên agirbestê û kêmkirina aloziyan ên bi rêya rêbazên aştiyane û dîplomasiyê lawaz dikin."

Li gorî ajansa WAS jî Erebistana Siûdî jî banga xweragirtinê kir û diyar kir ku "berdewama rageşiya li herêmê û berfirehbûna qada şer ewlehiya gel û dewletên herêmê dixe metirsiyê."

Berdevkê hikumeta Iraqê Basim Ewadî jî bi daxuyaniyekê wiha got: “Iraqê beriya niha hişyariya metirsiyên li ser encama bêdengiya civata navneteweyî ya dijî êrişên Îsraîl yên li ser Filistîn û Lubnanê dabû. Iraq bi tundî destdirêjiya Îsraîlê ya li ser Îranê şermezar dike. Em hevkariya xwe ya bi Komara Îslamî ya Îranê re dubare dikin, her wiha ji bo Lubnan û Xezayê jî banga agirbestê dikin."

(şx/bb)