Li Reqa têkildarî rola rêxistinên jinan di guhartin û pêşxistinê de panel

Nivîsgeha Jinan a MSD'ê li Reqayê bi navê ˊRola rêxistinên jinan di guhertin û pêşxistinê de (rewş û zehmetî)ˊ panelek li dar xist. Di panelê de zehmetiyên li pêşiya rêxistinên jinan li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

15 gulan, 2024   19:42
REQA

Panel li avahiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Reqayê li dar ket. Di panelê de endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, kesayetên serbixwe yên hundirê Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêxistinên jinan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Yekitiya Demokratîk, Yekitiya Parêzeran û Meclisa Idliba Kesk beşdar bûn. 

Panel ji 2 mijara pêk hat. Mijara yekemîn li ser rewşa rêxistinên jinan û rola wan û mijara duyemîn jî li ser zehmetiyên li pêşiya rêxistinên jinan bû.

Mijara yekemîn ji aliyê seroka Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Cîhan Xidiro ve hat birêvebirin. Cîhan Xidiro got: "Di aliyê jinan û pratîkê de gelek xebatên me hene ku sûdê li têkoşîna jinan li Sûriyeyê dikin."

Cîhan Xidiro wiha domand: "Berê beşek ji çalakvanên jin bi hin rêxistinên alîkar ên navneteweyî re peyman îmze kirin."

Piştre beşdaran nîqaş kirin. Di nîqaşan de pêşniyar ji bo xurtkirin û piştgiriya jinan û gihandina dengê wan ji tevahî dewletên cîhanê re hatin kirin. Li kêlek wê jî li ser girîngiya şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rizgarkirina tevahî jinan ji zul û koletiyê hat nîqaşkirin.

Mijarê duyemîn jî ji aliyê rêvebera Meclisa Jinan a Helebê Zeyneb Qenber ve hat xwendin. Zeyneb Qenber diyar kir ku dema jin vegerin cewhera xwe, wê demê ew ê serkeftinê bi dest bixin.

Piştre berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fatme Ebdo got: "Jinan li hember hişmendiya desthilatdar şer kir û DAIŞ têk bir. Jinan di hemû qadên siyasî, rêveberî û leşkerî de rola xwe lîst. Ji ber wê jî em dikarin bibêjin ku kes nikare me ji cewhera me bi dûr bixe. Em ê bi îrade û îsrarê dengê xwe bigihînin tevahî jinên cîhanê."

Di dawiya nîqaşan de encamnameyek hat dayîn.

Di encamnameyê de ev xal hatin pêşkêşkirin:

Hevkariya bi rêxistinên berpirs re yên ji bo kar û barên jinan li seranserî xaka Sûriyeyê were kirin.

Xurtkirina jinan, destekdayîna wan û beşdarkirina wan di biryardanê de û di qadên siyasî û aborî de.

Pêşkêşkirina alîkariyê û zanîna çandî di aliyê siyasî de.

Vekirina navendên perwerdê û pêşxistina asta jinên Sûriyeyê da ku xwe nas bikin û rola xwe di avakirina civakê de bilîzin.

Veguhastina tecrûbeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû deverên din ên Sûriyeyê û peydakirina makanîzmaya dan û standina bi herêmên din re.

(mh)