Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dest pê kir

1’emîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi beşdariya bi hezaran ciwanan bi dirûşma “Vejînek Ciwan” tê lidarxistin.

Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dest pê kir
24 kanûn, 2023   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşma “Vejînek Ciwan” li Salona Geterler a Amedê li dar dixe. Bi hezaran ciwan ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî kongreyê bûn. 

Li salonê pankartên bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bê jin şoreş nabe", "Îsrara di sosyalîzmê de israra di mirovahiyê de ye", "Me roj dît êdî em ji tarîtiyê natirsin" hatin daliqanin. Ciwanan dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin, jin jî bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevli kongreyê bûn.

Li gel dorpêça polîsan gel herikî salonê

Di kongreyê de, pêşî dê silav li beşdaran bê kirin û dîwan bê hilbijartin. Di çarçoveya bernameya ku wê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê bike de, li ser navê Meclîsa Ciwanan wê perspektîf were xwendin û axaftin were kirin. Piştî nîşandana sînevîzyonê, tê payîn ku di kongreyê de peyamên rêxistinên ciwanan ên ji çar aliyên cîhanê hatine şandin, bi rêya sînevîzyonê bên temaşekirin û Hevserokê DEM'ê Tuncer Bakirhan jî wê biaxive. Kongre wê bi xwendina raporên çalakiya Meclisa Jinên Ciwan û Ciwanan û hilbijartina desteya rêveber a ciwanan û bi stranan dê bi dawî bibe.