Ji bo şehîd Êriş Berxwedan merasîmek hat lidarxistin

Li Kobanê ji bo gerîlayê YRK’ê şehîd Êriş Berxwedan merasîmek hat lidarxistin û sersaxî hat xwestin.

24 kanûn, 2023   13:56
KOBANÊ

Gerîlayê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê Êriş Berxwedan (Sadiq Şêx Ehmed) 3’yê Kanûna 2023’yan di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li herêma Pêcewînê şehîd bû.

Bi sedan xelkê kantona Firatê sersaxî ji malbata şehîd Êriş re xwest. Konê sersaxiyê li gundê Serbehûrê yê Kobanê hat vedan. Di bin konê de wêneyên şehîd Êriş Berxwedan û pankartên "Şehîd Namirin" hatin daliqandin.

Di bin kon de merasîm hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ferhan Hec Îsa axivî. Hec Îsa sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, dê tola şehîdan hilînin.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çelebiyê Cîhan Elî got: "Dijmin tu carî nikare bi êrişê xwe me qir bike. Em hene û em ê her tim hebin. Em rêya şehîdan bişopînin û xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin. Em ê li hemberî êrişan têkoşînê xurt bikin."

Apê şehîd Êriş Berxwedan, Fethî Şêx Ehmed axivî, soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(sş)

ANHA