Kongreya Îslama Demokratîk li Tebqayê paneleke diyalokê li dar xist

Kongreya Îslama Demokratîk a Tebqayê nêrîna xwe ji bo avakirina Sûriyeyeke nû anî ziman, "Îslama demokratîk" weke lêvegereke rizgarker pejirand ku ol bi edaletê ve girê dide û piştrast dike ku cewhera îslamê li ser şêwirmendiyê, dilovanî û rûmetê ye, ev yek dihêle ku dewleteke sivîl ava bibe ku rêzê ji pirrengiyê re bigire û azadiyên olî yên hemî pêkhateyan biparêze.

27 tebax, 2025   19:10
TEBQA

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li kantona Tebqayê paneleke diyalokê der barê nêrîna siyasî û olî de ya ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, bi rêxistin kir.

Panel li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hate lidarxistin. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên wê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, rêxistinên civaka demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) beşdar bûn.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Cizîrê Silêman Elî, di panelê de nêrîna siyasî û olî ya ji bo avakirina Sûriyeyeke nû xwend. Li gorî nêrînê divê dewleta Sûriyeyê li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, lihevhatina civakî û avakirina saziyên bihêz û bêalî bi pêşengiya artêşeke nîştimanî bê avakirin. Destê vê artêşê di aloziyê de nîn be û parastina welatiyan misoger bike.

Elî diyar kir ku Îslam, di bingeha xwe de, oleke şêwirmendiyê, dilovaniyê û rûmetê ye, ew çarçoveyeke guncaw e ji bo avakirina dewleteke sivîl e ku rêzê ji cihêrengiyê re digire û azadiyên olî ji bo hemî pêkhateyan garantî dike.

Xalên herî berbiçav ên panelê ev in:

“Li ser bingeha rastiyê û edaletê piştgiriya hewldanên nîştimanî bê kirin. Komîteyên xwecih ji elewî, xiristiyan û duzriyan û pêkhateyên din bên avakirin. Bi awayekî asayî panelên ku oldarên tevahî taîfeyan li hev kom dike, bên lidarxistin.

Xurtkirina cihê jinan wek maf û prensîb, li gorî rihê îslama demokratîk misogerkirina temsîliyeta wan di meclisên yasadanîn û rêveberiyê de.

Pêşxistina metaryalên nû yên perwerdeya şerî û xelekên quranê. Divê metaryal li gorî têgehên îslama demokratîk mîna şêwiriyê, edaletê, pirrengiyê û dilovaniyê û dîroka hevjiyana li Sûriyeyê bin.

Bihêzkirina xort û jinan ji bo ku tev li bernameyên hişmendiyê û zanistê yên li gorî giyanê serdemê û meqsedên şerîetê û nûkirina raman û perwerdeyê xurttir dike, bibin.

Pêşxistina belavok û metaryalên lêvegerê û wê li saziyên dewletê û civakê belav bikin. Sûriyeyiyan bi rêgezên îslama demokratîk û jiyana aştiyane bidin naskirin.

Şopandina gotara olî û dûrxistina wê ji mezhebperestî û nijadperestiyê, li şûna wê pejirandina gotareke olî ya neteweyî û ya komkar.

Pejirandina sîstemeke nenavendî ku mafên hemû pêkhateyan, di nav de mafên olî û çandî, bi awayekî destûrî garantî dike û parastina wekhev ji bo civaka Sûriyeyê pêş dixe.”

Di dawiya panelê de, beşdaran girîngiya vê nêrînê di şert û mercên krîtîk ên ku Sûriye tê re derbas dibe de, bi taybetî li gel zêdebûna pevçûnên mezhebî û etnîkî de, pesinandin. Kesên axivîne gotin, divê têgehên îslama demokratîk bên belavkirin. Ji ber ku xwedî nirxên mirovahiyê û nîştimanî ne ku aştiya civakî xurtirr dike. Rê li ber welatekî demokratîk ê komkar bê cudahî vedike.

(ac/şx)

ANHA