Artêşa Îsraîlê: Valakirina Xezeyê ‘teqez e’

Artêşa Îsraîlê ragihand ku valakirina bajarê Xezeyê ‘teqez e’.

Artêşa Îsraîlê: Valakirina Xezeyê ‘teqez e’
27 tebax, 2025   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê Erebî yê artêşê Avichay Adraee li ser platforma medyaya dîjîtal X’ê daxuyanî da û got, “valakirina bajarê Xezeyê teqez e.”

Berdevk ev îdîa kir: “Ji bo her malbateke ku koçî başûr bûye, wê alîkariya mirovî ya herî baş jê were kirin.”

Lê belê Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên alîkariyê yên mirovî diyar dikin ku ev plan hem ne rasteqîn e, hem jî ji bo sivîlan xetere ye.

Li gorî daneyên NY’ê, li wîlayeta Xeze hîna 1 milyon kes dijîn. Herêm ji ber şerê ku hema bêje 2 sal in didome, rû bi rûyê hilweşîneke mezin maye.

DI 24 SAETAN DE 10 KESÊN DIN JÎ JI BER BIRÇÎBÛNÊ MIRIN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di 24 saetên dawîn de 2 jê zarok 10 fîlîstînî ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.

Ji Cotmeha 2023’yan û vir ve hejmara kesên ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane, gihişt 313 kesan. Ji wan 119 zarok in.

Ji ber ku Îsraîl ketina alîkariya mirovî di rêjeyek mezin de asteng dike, krîza xurek û dermanan kûr dibe.

DI SAETÊN SIHARÊ DE ÊRÎŞAN DEWAM KIR

Li gorî nûçeya ku El Cezire spartî çavkaniyên nexweşxaneyê, ji saetên ewilî yên siharê û vir ve herî kêm 21 fîlîstînî, di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane, 4 kes dema hewl didan alîkariya mirovî bistînin, hatine kuştin.