Kongreya 6ˊan a MXDŞ’ê bi hilbijartina rêveberiyê bi dawî bû

Kongreya 6ˊan a MXDŞˊê weke kongreyek guherîn û veguherînê bi awayeke serkeftî encam bû. Di hilbijartinê de Azad Hisên û Xoxê Dexîl weke hevserokên meclîsê hatin hilbijartin.

Kongreya 6ˊan a MXDŞ’ê bi hilbijartina rêveberiyê bi dawî bû
28 adar, 2026   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya 6ˊan a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ku bi dirûşmeya ‘Yekîtî, Azadî û Çareserî’ hate lidarxistin, piştî nîqaşên berfireh ên siyasî, civakî û rêxistinî bi nûkirina Hevpeymana Civakî, zelalkirina perspektîfa entegrasyona demokratîk û pêngava rêxistinkirina komînan, bi rojeva hilbijartinê bi encam bû. Kongrê her wiha plansaziya 2 salan a kar û xebatên Meclîsa Gel a Şengalê zelal kir. 6.Kongreya MXDŞ’ê, weke kongreyek guherîn û veguherînê bi awayeke serkeftî bi encam bû.

Di rojeva hilbijartinê de 250 delegeyên kongrê ji bo hevserokên Meclîsê û cîgirên wan dengên xwe bikaranîn. Di encama dengdanê de Xoxê Dexîl û Azad Hisên weke hevserokên Meclîsa Gel a Şengalê hatin hilbijartin. JI bo cîgirên hevserokan jî Besê Xelef û Hisên Sedo hatin hilbijartin.

‘HEYA TIFAQ Û AZADIYA ÊZIDIYAN EMÊ BIXEBITIN’

Hevserokên nû yên Meclîsa Gel a Şengalê, piştî hilbijartinê axaftinek kurt kirin. Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên, kongrê di şexsê Dijwar Feqîr de diyarî hemû şehîdan kir û got: “Ji roja ku Meclîsa Avaker a Şengalê di 2015’an de hate avakirin heya roja me ya îro, em ked û xwêdana herkesekî pîroz dikin ku em dikarin bi keda wan vê kongrê lidardixin. Me ji fermanê heya roja me ya îro gelek bedel dan, şehîd dan. Emê jî li ser vê rêbazê bimeşin heya tifaqê û azadiya civaka Êzidî. Em kongrê li şehîdan, li Serok Apo, li şervanan pîroz dikin.”

‘EM Ê XEWN Û XEYALÊN ŞEHÎDAN PÊK BÎNIN’

Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Xoxê Bedel jî peyameke kurt da û got: “Em jî kongre li hemû şehîdan û Serok Apo pîroz dikin. Bi baweriya ku gelê me daye me, çi erk were pêşiya me emê bikin da ku em xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.”

Piştî hilbijartinê rêveberiya nû li gel 51 endamên Meclîsa Gel a Şengalê bi hev re sond xwarin û kongre bi dawî bû.

Wê encamname û plansaziya kongreyê sibe were ragihandin.