Kongreya 3ˊyemîn a Meclisa Jinan a PYDˊê bi dawî bû

Meclisa Jinan a PYDˊê kongreya xwe ya 3ˊyemîn bi hilbijartina mecliseke nû û encamnameyan bi dawî kir.

Kongreya 3ˊyemîn a Meclisa Jinan a PYDˊê bi dawî bû
Kongreya 3ˊyemîn a Meclisa Jinan a PYDˊê bi dawî bû
Kongreya 3ˊyemîn a Meclisa Jinan a PYDˊê bi dawî bû
Kongreya 3ˊyemîn a Meclisa Jinan a PYDˊê bi dawî bû
20 tebax 2024   21:18
HESEKÊ

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) vê sibehê bi diruşma ˊFelsefeya Jin, Jiyan, Azadî misogeriya civaka exlaqî û siyasî demokratîk eˊ kongreya xwe ya 3ˊyemîn li dar xist. Kongre li hola Serdem a taxa Merşo ya Hesekê hat organîzekirin.

Di kongreyê de nêzî 400 delegeyên li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derve beşdar bûn. Her wiha nûnerên ji YPJˊê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclisa Jinan a Demokratîk û Kongra Star amade bûn.

Piştî axaftinan, kongre li pêş dezgehên çapemeniyê girtî dewam kir. Dûre mekanîzmaya xebata meclisê hat nîqaşkirin û erêkirin. Her wiha mecliseke nû ji 32 endaman hat hilbijartin.

Kongre bi encamnameykê bi dawî bû û wiha ye:

Xebitîna ji bo xwegihandina li tevahî jinên li erdnîgariya Sûriyeyê bi taybet li herêmên dagirkirî û pêşxistina xebatê li wan herêman û pêkanîna qanûna malbatê.

Parastina Hevpeymana Civakî û pêkanîna wê.

Xurtkirina dîplomasiya civakî di nava tevahî pêkhateyan de li ser asta hundir û derve.

Xurtkirina têkiliyan ji bo xwegihandina li beşeke mezin a jinan li ser asta Sûriyeyê, herêmê û cîhanê.

Girîngîdayîna pêşxistina parastina cewherî.

Pêşxistina aboriya komînal bi rêya avakirina projeyên aborî ku nexweşiyên civakî werin sînordarkirin.

Pêşxistina xebata jinên ciwan, ji ber ku ew hêmana sereke ya şoreşê ne.

Pêşxistina xebata Meclisa Jinan bi rêya pêkanîna rêgeza rexne û rexnedayînê.

(fr)