Hunermendên Helebê Bavê Selah bi bîr anî

Yekitiya Hunermendên Helebê ji bo salvegera wefata hunermend Bavê Selah çalakiyeke bîranînê li dar xist.

Hunermendên Helebê Bavê Selah bi bîr anî
Hunermendên Helebê Bavê Selah bi bîr anî
Hunermendên Helebê Bavê Selah bi bîr anî
Hunermendên Helebê Bavê Selah bi bîr anî
Hunermendên Helebê Bavê Selah bi bîr anî
Hunermendên Helebê Bavê Selah bi bîr anî
Hunermendên Helebê Bavê Selah bi bîr anî
13 tîrmeh, 2024   18:55
HELEB

Ji bo bîranîna hunermend Bavê Selah ‘Ebdurhman Omer’ ê Yekitiya Hunermendan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li navenda xwe ya beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê çalakiyek li dar xist. Bavê Selah di encama krîza dil de di 14’ê Tîrmeha 2016ˊan de wefat kir.

Di çalakiyê de beşek ji hunermend û dostên Bavê Selah, endamên TEV-DEMˊê beşdar bûn.

Di çalakiyê de têkildarî hin stranên Bavê Selah û destkeftiyên wî yên hunerî, sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.

Piştre hevseroka Yekitiya Hunermendan Nesrîn Hemo der barê jiyana wî de axaftinek kir û got: “Henermend Bavê Selah şopa xwe li her cihekî ku tê de mabû hiştiye, bi dengê xwe yê xweş dikaribû dilê guhdarên xwe xweş bike. Çend albûmên wî hene. Li kêlek hunera xwe bi erkên xwe wek bav, karker jî rabû."

Her wiha hunermend Ebdurehman Çawîş, Ehmed Elî, Burhan Hesko û Cîhad Ebdo hin stanên Bavê Selah pêşkêş kirin.

(mh/fr)