Kongra Star piştgirî da pêngava ‘Na ji darvekirinan re’

Kongra Star piştgirî da pêngava ˈNa ji darvekirinan reˈ û diyar kir “Ji niha û şûnde cih ji bêdengiyê re nîn e. Cenga jinên Îranê cenga tevahî azadîxwazên cîhanê li hemberî zordestiyê ye."

Kongra Star piştgirî da pêngava ‘Na ji darvekirinan re’
25 cotmeh, 2024   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi pêngava "Na ji darvekirinan" re ragihand û diyar kir ku berxwedana jinên Îranê meşaleyeke ku nayê tefandin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evînê û greva wê ya birçîbûnê ya li dijî biryarên darvekirinan hate kirin û hate gotin: “Greva wê nimûmeyeke zelal a berxwedana ku nayê şikandin e."

Her wiha hate gotin, li dijî pêkanînên çewsîner ên rejîma Îranê ya ku hewl dide hêviya jiyanê bikuje, Werîşe Mûradî dengê hemû jinan e ku ji bo azadî û edaletê tê dikoşin.

Di daxuyaniyê de piştgirî ji bo pêngava cîhanî ya "Na ji darvekirinan re" re hate dayîn û bang li tevahî tevgerên jinan û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku li hemberî rejîma faşîst a Îranê rabin û sûcên wê rawestînin.

Hate gotin: "Greva birçîbûnê ya Werîşe Murad ne protestoyeke ji rêzê ye, lê bangewaziyeke ji hundirê girtîgehên Îranê ye. Divê em guh bidin vê bangewaziyê û bikin hêza ku nayê têkbirin a ji bo azadî û rûmetê. Derengbûna her deqeyekê tê wateya jidestdayîna giyanên bê guneh ên li girîgehan. Divê em dengê xwe li hemberî vê zilmê bilind bikin. Em rejîma Îranê berpirsa tevahî sûcên li dijî gel dibînin. Ji niha û şûnde cih ji bêdengiyê re nine. Cenga jinên îranê cenga tevahî azadxwazên cîhanê li hemberî zordestiyê ye.

Em teqez dikin ku îradeya jinan û dengê berxwedanê nayên şikandin. Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ronahiyeke nayê vemirandin e. Ev felsefeacewherê têkoşîna me ya jêneveger e û rêya yekane ya serketinê ye.”

(bb)

ANHA