'Êrişên dewleta Tirk ên li dijî zarokan sûcên şer in'

Rêxistina Stêrk a Şopandin Parastina Mafên Zarokan êrişên dewleta Tirk ên dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilata Suriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku êrişên li dijî zarokan sûcên şer in.

'Êrişên dewleta Tirk ên li dijî zarokan sûcên şer in'
25 cotmeh, 2024   13:53
ŞEHBA

Rêxistina Stêrk a Şopandin Parastina Mafên Zarokan ji bo şermezarkirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kampa Serdem daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla endama rêxistinê Emîne Qedrî ve hate xwendin.

Emîne Qedrî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Di encama van êrişan de gelek welatiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê birîndar û şehîd bûn.

Emîne destnîşan kir ku di nava krîza Sûriyeyê de zarok ji mafên xweparastin, perwerde û jiyana ewle hatin mehrûmkirin. Di nava şer û pevçûnan de her tim zarok dibin hedefa dagirkeriyê. Êrişên li dijî zarokan sûcên şer in.

Emîne Qedrî di dawiyê de bang li raya giştî ya cîhanê kir ku bi erka xwe ya mirovî rabin û li hemberî sûcên şer di bêdengiya xwe de nemînin.

(zş)

ANHA