Kongra Star komploya 15ˊê Sibatê şermezar kir

Kongra Star a Dêrikê ya Kantona Cizîrê der barê komploya navneteweyî de semînerek da.

Kongra Star komploya 15ˊê Sibatê şermezar kir
10 sibat, 2024   18:12
QAMIŞLO

Hemwextî salvegera 25ˊan a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan Kongra Star a Dêrikê li dibistana Xidir Dawûd a Dêrikê bi beşdariya xelkê taxa Suryan semînerek da.

Di semînerê de endama rêvebera Kongra Star a Dêrikê Şadiye Yûsif li ser kompoloya navneteweyî, rewşên siyasî yên navneteweyî û herêmê axivî.

Şadiye wiha domand: "Ruxmî ku komployeke navneteweyî ya mezin di dîroka mirovahiyê de bi beşdariya dewletên li 4 parzemînan bi rêveberiya Amerîka, Brîtanya û Îsraîlê pêk hat, lê Rêber Abdullah Ocalan komplo têk bir, Rojhilata Navîn û gelên wê ji şerê ketober rizgar kir. Ew fîlozof û rêberekî dîrokî ye guhartinên stratejîk, fikrî û siyasî çêkirin."

Semîner bi diruşma ˊBijî serok Apoˊ bi dawî bû.

(fr)

ANHA