Kongra Star ji ber wefata Leyla Mistefa peyama sersaxiyê da

Meclisa Kongra Star sersaxî da malbat û xizmên Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa û diyar kir ku Leyla mînaka jina xwedî armanc bû.

Kongra Star ji ber wefata Leyla Mistefa peyama sersaxiyê da
26 mijdar, 2023   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (25 Mijdar) piştî nîvro Leyla Mistefa ku piştî rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê wekî yekemîn Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê erk girt, di encama nexweşiyê de wefat kir.

Meclisa Kongra Star ji ber wefata Leyla peyama sersaxiyê da.

Peyama Kongra Star bi vî rengî ye:

“Bi xemgîniyeke mezin em sersaxiyê ji malbat û xizmên Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa re dixwazin. Rihma xwedê lê be, cihê wê bihuşt be û xwedê sebrê bide malbata wê. 

Leyla Mistefa ku hêjayî pênaseya Şaredara Cîhanê hat dîtin, ne jineke ji rêzê bû, lê belê sembola dilsozî û kedê û mînaka jina xwedî armanc bû.

Leyla li hember hemû astengiyan li ber xwe da. Nexasim piştî ku DAIŞ`ê xirabî li herêmê belav kir, wê di nava xebatên jinûve avakirina bajêr de cih girt û li hember fikrê tundraw ê DAIŞ`ê têkoşiya da ku ewlehî û aramî li herêmê pêk were.

Carek din em sersaxiyê ji xwe, malbat û hevrêyên Leyla re dixwazin.”