DAIŞ`ê li çola Bokemalê êriş bir ser hêzên Şamê

Çeteyên DAIŞ`ê li çola Bekemalê êrişeke nû bir ser hêzên hikumeta Şamê û çekdarên girêdayî wan. Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka îsal ve di encama şerên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de 557 kes hatine kuştin.

DAIŞ`ê li çola Bokemalê êriş bir ser hêzên Şamê
26 mijdar, 2023   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî noqteyên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên girêdayî wê yên li çola Bokemalê ya gundewarê Dêrazorê li nêzî sînorên Sûriye-Iraqê kir.

Li gorî nûçeya SOHR`ê, di navbera hêzên Şamê û koma “Dîfaa Wetanî” ji aliyekî û çeteyên DAIŞ`ê ji aliyekî din ve li derdora herêma Meheta Saniyê “T2” şerekî dijwar derketiye. Der barê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatin parvekirin.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka 2023`an ve di êrişên li çolistana Sûriyeyê de 557 kes hatine kuştin. Ji wana 44 çeteyên DAIŞ`ê ne û di şerên bi hêzên Şamê û êrişên hewayî yên Rûsyayê de hatine kuştin, her wiha 348 endamên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên girêdayî wan in, 165 jî sivîl in.

(c)