Kongra Star: Heya mafên jinan misoger nebe wê seferberî bidome

Kongra Star bi boneya 8`Adarê Roja Jinan a Cîhanê tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî nû kir û diyar kir ku heya azadiya jinan misoger nebe, wê têkoşîn û seferberî bidomin.

2 adar, 2026   16:02
HESEKÊ

Kongra Star a bajarê  Hesekê di çarçoveya çalakiyên 8`Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe di nava seferberiya giştî de ragihand.

Daxuyanî bi beşdariya jinên ji bajarê Hesekê û endamên Kongra star li çarxêreya Sebax hate dayîn û ji hêla endama Kongra Star Şikriyê Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de 8` Adarê li Rêber Abdullah Ocalan û li tevahî jinên cîhanê û Kurdistanê hat pîrozkirin û îşaret bi seferberiya giştî ya ku di 18` Çileya 2026` an de ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatibû ragihandin, hat kirin.

Di daxuyaniyê de bi boneya 8` Adarê jî jinan careke din beşdariya xwe ya  nava seferberiyê nû kir û wiha hat domandin: " Em ê tevlî seferberiya giştî ya hatiye ragihandin bibin. Heya azadiya jinan misoger nebe, em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê bi rihê jina azad xwe bigihînin tevahî jinan."

Di dawiya daxuayniyê de wiha gotin: "Ev roj ji bo azadiyê ye. Heya azadiya jinan pêk neyê û jin negêhêjin mafên em terka mafê xwe dikin."

Daxuyanî bi silogana "Jin Jiyan Azadî " bi dawî bû.

TIL TEMIR

Bi heman boneyê, endamên Kongra Star ên bajarê Til Temirê  li çarxerêya Qendîl a bajar kom bûn, xwe biçek kirin û beşdarî seferberiyê bûn. Rêvebera Kongra Star Sena Tamir axivî û got: "Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanî, rojek ku têkoşîna jinên li çar aliyê cîhanê ji bo azadî, wekhevî û rûmeta mirovan temsîl dike. Em bi peyamekê ji gelê xwe û hemû jinan re rola dîrokî û pêşeng a jinan di avakirina civakek azad û demokratîk de piştrast dikin."

Sena Tamir bal kişand ser rewşa herêmê ya niha û wiha berdewam kir: “Rewşên hesas ên ku herêma me pê re rû bi rû ye û gefên li ser ewlehî û aramiya gelê me, pêwîst dike ku em hemû bighêjin asta berpirsyariya hevpar. Ji vê perspektîfê, em Kongra Star beşdarbûna xwe ya tevahî di seferberiya giştî de radigihînin. Ji bo parastina destkeftiyên jin û civakê û ji bo rûbirûbûna hemû hewldanên ji bo têkbirina îradeya gelên azad jî, pabend in. Beşdarbûna me di seferberiya giştî de, di vê roja dîrokî de daxuyaniyek zelal e ku îradeya jinan nayê şikandin û dengê jinan dê wekî çirayek azadiyê bimîne, çiqas zext dijwar be jî.”

Sena Tamir soza jinan bi bîr anî û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em Kongra Star careke din soza xwe nû dikin ku emê têkoşînê bidomînin û bê westan ji bo parastina destkeftiyên xwe û parastina nirxên civakek azad bixebitin.”

Çalakiya piştgiriyê û beşdariya seferberiyê, bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" bidawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê jî jin li qada Jina Azad hatin gel hev û daxuyaniyek ji aliyê rêvebera Kongra Star Fatima Keleş ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û şervanan hat pîrozkirin û hate gotin, 8'ê Adarê sembola îradeya jinan û têkoşîna wan a ji bo azadî û rûmetê ye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi seferberiya giştî ve hat kirin û hate destnîşankirin ku jin di seferberiyê de li rêzên pêşîn bûn.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê seferberî dewam bike ta çareseriyeke adilane pêk were ku mafên jinan mîsoger bike û Sûriyeyeke demokratîk ava bibe.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

(zş/bb)

ANHA