Kongra Star daxwaza berdana dîlgirtiyan kir

Meclisa Kongra Star a Dirbêsiyê daxwaza berdana şervanên ji aliyê komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve têne girtin kir û diyar kir ku divê ev pirsgirêk bi berpirsiyariya neteweyî û mirovî were çareserkirin.

Kongra Star daxwaza berdana dîlgirtiyan kir
Kongra Star daxwaza berdana dîlgirtiyan kir
Kongra Star daxwaza berdana dîlgirtiyan kir
Kongra Star daxwaza berdana dîlgirtiyan kir
Kongra Star daxwaza berdana dîlgirtiyan kir
Kongra Star daxwaza berdana dîlgirtiyan kir
Kongra Star daxwaza berdana dîlgirtiyan kir
1 adar, 2026   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê îro der barê dîlgirtiyên di destê komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl ên jinan, ji aliyê rêvebera Kongra Star Rexed Şihada ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê hat gotin ku dîlgirtî û malbatên şehîdan sembolên rûmet û fedakariyê ne, lew ra  jî dive mafên wan ên qanûnî û mirovî werin parastin.

Kongra Star bang li rayedarên têkildar kir ku kanalên diyaloga cidî û berpirsiyar vekin û bêyî derengmayînê ji bo çareserina rewşa dîgirtiyan û malbatên wan tevbigerin.

Çalakiya xwendina daxuyaniyê bi dirûşmeyên "Azadî ji girtiyan re" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(k)