Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de, di roja 2’an de berdewam dike. Roja 2’an a konferansê bi 3 rûniştinan pêk tê û di rûniştinê de kesên ji mijarê re eleqadar dê gotûbêj bikin.

Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome
14 hezîran, 2026   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoy a bajarê Stenbolê a Tirkiyê Konferansa ‘Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de’ di roja 2’an de berdewam dike. 

Di roja 2’an a konferansê de siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen û kesên navdar dê li ser mijarên pê re eleqadar in gotûbêj bikin û nirxandinan bikin.

Bernameya roja 2’an a konferansê wiha ye:

Rûniştina 4’an

Derfetên Demokratîkbûyînê ji Civakê ber bi Dewletê

Moderator: Akin Bîrdal

*Şukru Aslan (Tevna Civakî ya Pirreng ku bi Siyaseta Yekreng a Komarê Hate Tengkirin)

*Ruşen Seydaoglu (Di Avakirina Demokrasiya, Aştiyê û Azadiyan de Rola Damezirîner a Jinan)

*Mehmet Bekaroglu (Neteweperwerî, Welatparêzî yan Hemwelatî?)

*Ozgur Erol (Komar, Kurd û Derfeta Veguherîna Demokratîk a Hiqûqî)

Rûniştina 5an

Civakîbûna Demokrasiya û Aştiyê

Moderator: Şebnem Korur Fîncanci

*Ahmet Faruk Unsal (Di Avakirina Aştiya Civakî de Tecrubeyên 2013-2015 û 2024)

*Yuksel Genç (Bingeha Civakî ya Aştiyê: Derbasbûna ji Polîtîkayên Nebaweriyê û Avakirina Demokrasiya bi Hev re)

*Cemal Salman(Di Sedsala Duyemîn a Komarê de Ji Îdealê heta Rastiyê: Elewî)

*Vahap Coşkun (Demokratîkbûn û Lihevkirina Civakî)

Rûniştina 6’an

Binê Asmanekê Hevpar: Hevgirtin, Rêxistinbûn û Demokrasiya Beşdar

Moderator: Çilem Kuçukkeleş

*Ahmet Turk (Siyaseta Demokratîk û Hêza Civakê: Ji Herêmê ber bi Komara Demokratîk)

*Arîf Alî Cangi (Bi Xwezayê re jî Aştî: Komara Demokratîk a Ekolojîk)

*Zülfiye Yılmaz (Derfet û Sînorên Hiqûqî yên Beşdariya Demokratîk ji Herêmê ber bi Navendê)

*Bahadir Ozgur (Karkerî û Ekolojî: Ber bi Rêxistinbûneke Nû ve…)

*Cuma Çîçek (Ji bo Pêşerojeke Hevpar: Eko-Herêm, Ne-Merkezîbûn û Siyaseta Têkildar)

PANEL-FORUM II

Komara Kîjan Kesî ye, Pêşerojeke Çawa?

Moderator: Kuban Kural

*Neslîhan Acar (Karker Çawa ji Hemwelatiyê Hatin Derxistin?)

*Yildiz Tar (Tenêtiya Sed Salan: Komar û Rastiya LGBTÎ+ û Lêgerîna Çareseriyê di Sedsala Nû de)

*Dîba Keskîn (Di Pêşerojeke Çawa de Komara Demokratîk ji Jina Dîndar re Çi Pêşkêş Dike?)

*Ayşe Gul Altinay (Bi Hevgirtina Cîhanî Aştiyê Tevnandin)

*Mehmet Ugur Korkmaz (Ma Komara Gel Pêşerojê ji Ciwanan re Dihêle?)

Girtin

Parvekirina Metna Banga Demokratîk ji bo Sedsala Nû