Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî di roja 2'yemîn de didome

Beşdarên roja 2'yemîn a Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî li Zanîngeha Kobanê 6 mijarên têkildarî perwerdehiyê nîqaş kirin.

20 cotmeh, 2024   21:07
KOBANÊ

Duh Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî li Zanîngeha Kobanê bi dirûşma "Veguherînên Perwerdeyê di Serdema Nûjeniyê de: Nêrîn û Pêkanîn" dest pê kir. Tê de rêveberên zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, akademîsyenên navneteweyî û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Di roja 2'yemîn a konferansê de akademîsyenên xwecih û navneteweyî û pisporên zanistên perwerdehiyê semîner dan. Piştre beşdaran 6 mijarên sereke nîqaş kirin.

Mijara yekem li ser fêrbûna di serdema jîriya çêkirî de, zehmetî û asoyên wê bû. Mijar ji aliyê mamoste û profesorê zimannasiyê Hîmdad Mihemed ji Zanîngeha Selahedîn - Iraqê ve hat dayîn.

Mijara duyemîn jî li ser bernameya fêrkirina berovaj ji bo pêşxistina behreya fêrkirinê li gorî rêbazên fêrkirinê yên sedsala 21'emîn de bû. Ew jî ji aliyê profesorê perwerdehiyê Hemûd El Ebdelî û profesora perwerdehiyê Îftîkar Ehmed Fayid ji Zanîngeha Êb - Yemenê ve hatin pêşkêşkirin.

Di mijara duyemîn de jî bal li ser bernameya perwerdê ya pêşniyarkirî û perwerdeya xwe dispêre fêrbûna pêvikirî ya ji bo geşkirina  behreyên hînkirinê li gel behreyên fêrbûnê di sedsala 21ʹan li cem mamosteyên zanistê yên qonaxa amadehî de hat kişandin. Ev mijar ji hêla mamosteyê pedagojiyê Dr. Ebdullah Ebdureb, mamosteyê perwerdê Dr. Hemod El Ebdelî û mamosteyê perwerdê Iftîkar Ehmed Fayid a ji zanîngeha Ib-Yemenê ve hate şîrovekirin.

Mijara sêyemîn jî li ser stratejiyên fêrbûna nûjen ên gihandina agahiyê bû. Ew ji aliyê profesorê derûnnasiyê û lêkolerê zanistên perwerdehiyê Ebdusemed El Hac Casim û profesor Mihemed El Dexîl ve hat şîrovekirin.

Mijara çaremîn a bi sernavê ʹpedagojiya şoreşgerîʹ ji hêla mamosteya zanistên civakî Dr. Emra Şahîn ê ji Tirkiyeyê ve hat şîrovekirin. Di mijarê de girîng hat dayîn li ser makanîzmaya birêvebirina perwerdehî û fêrkirinê dûrî îdeolojiya partî û olî, paqijkirina perwerdehî û fêrkirinê û afirandina fikreyên nû li ser bingeha zanistê.

Mijara pêncemîn li ser zehmetiyên li pêşiya amadekirina xwendekar û pisporên pedagojiyê li Zanîngeha Kobanê bû. Mijar ji aliyê mamoste Sîham Elî, Nesrîn Elo û Fetûn Qitênî ve hatin şîrovekirin.

Mijara şeşemîn jî li ser rêbaza fêrkirina dîtbarî û bihîzdarî bû. Ew jî ji aliyê mamosteyê zanîngehê û yê masterê pedagojiyê wergirtiye Fîras El Sedam û mamosteyê Zanîngehên Rojava û Kobanê Mihemed Berho ve hat şîrovekirin.

Dê di dawiya konferansê de encamname li gorî nîqaş û pêşniyariyên beşdaran were dayîn.

(mh)

ANHA