Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya li Kobanê bi dawî bû

Li Zanîngeha Kobanê duh (19ʹê Cotmehê) Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya yekemîn bi navê ʹVeguherînên Perwerdehiyê di Serdema Nûjeniyê de: Nêrîn û Pêkanînʹ hat lidarxistin.

Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya li Kobanê bi dawî bû
Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya li Kobanê bi dawî bû
Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya li Kobanê bi dawî bû
Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya li Kobanê bi dawî bû
20 cotmeh, 2024   21:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya Yekemîn a bi navê "Veguherînên Perwerdehiyê di Serdema Nûjeniyê de: Nêrîn û Pêkanîn" ku ji aliyê Zanîngeha Kobanê ve hatiye organîzekirin, li avahiya zanîngehê hat lidarxistin.

Rêveberên zanîngehên Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û akademîsyenên ji welatên cuda yên cîhanê beşdarî konferansê bûne.

Konferans bi daxuyanî û encamnameyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji hêla mamosteyê Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Aras Hiso ve hat xwendin û wiha ye:

"Di dîroka 19/20-10-2024ʹan de Konferanseke Perwedehiyê ya Navteneweyî li Zanîngeha Kobaniyê ya di bin serenava ``Veguherînên perwerdehiyê di serdema nûjeniyê de: nêrîn û pêkanîn`` hate lidarxistin.  Cîhan şahidê veguheztineke şaristanî û teknolojî ya mezin e ku hemû alî û warên jiyanî di nava xwe de dihewîne. Ji ber hingê rojane daneyên nû derdikevin holê ku pêwsîtiyê bi pisporî û zanyariyeke afrîner dibîne da ku bi awayekî serkeftî bi wan re mijûl bibe. Ev veguherîn bi awayekî giştî mîna sîwanekê xwe davêje ser aliyên fêrkirin û perwerdehiyê. Ji bo venêrîna ezmûnên kesî yên hemû bikarhênerên ku di warê perwerdehî û teknolojiyê de mijûl dibin, pêwsît e ku hewldanên zanistî û akademîk bêne geşkirin ku nemaze ev yek ji bo peydakirina pêwîstiyên mezin a bi perwerdehiya dijîtal ve girêdayî ye. Ronîkirina rastiya perwerdehiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye xwedî pêdiviyeke lezgîn, ji ber ku perwerdehî bingeha pêşketina civakî û bidestxistina jiyaneke guncav û nimûneyî ye.  Ji ber hingê ev konferans nûnertiya civateke zanistî, navxweyî û navneteweyî dike, da ku raman, pisporî û ezmûnên zanistî li ser bingeheke metodolojî ya saxlem, bi hev re werin parvekirin. Ji bo veguhestineke perwerdehî, ev yek ji akademîsyen û perwerdekaran re derfeteke zanistî pêk tîne, her wiha gelek ramanên nûjen û dîtinên afrîner li xwe zêde dike. Jê zêdetir lêkolîna li ser rûbibirûbûyîna astengiyên ku di saziyên perwerdehiyê pêk tên de û danîna çareseriyên kêrhatî ji bo geşkirina rastiya fêrkirin û perwerdehiyê.  Di heyama du rojan de gelek akademisyen, lêkolîner û teorîsyen çi ji hundirê welêt, çi jî yên ji welatên erebî û çi jî yên welatên Ewropayê beşdar r bûn. Di encamê de gelek lêkolînên bijarte hatin pêşkêşkirin û bi amadekar û beşdarên mamoste û semînervanan re hate nîqaşkirin. Ji ber hingê em digihêjin encameke wiha ku divê ev xalên jêrîn di qadên perwerdehiyê de werin pêşxistin û ji nava wê gelek karên kêhatî ji bo pêşeroja zarokan derkeve holê.

1. Li ser bingehê felsefeya perwerdeya civakî, demokratîk û azadîgerî; pêşxistina wane, mifredat, komxebat û çalakiyên ramyarî.

2. Pêşxistina pedagojiya ramana azad ku ji dogma û jiberkirinê dûr e û pêşî li kesayetên lêkolîner û afirêner vedike. Her wiha di mijarên perwerdeyî yên cuda cuda de berdewama çalakiyên bi vî awayî.

3. Divê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşxistina stratejiyeke guncaw ji bo veguherîna dîjîtal di perwerdeyê de bê danîn.

4. Zêdekirina dibistanan bi rêyên perwerdehî û teknolojiyê ku li gorî serdema veguherîna dijîtal be û kursên perwerdehiyê bêne lidarxistin.

5. Avakirina qonaxa dîplomaya perwerdehiyê da ku mamoste di karînên pisporiya perwedehiyê de jêhatî be.

6. Divê ku kursên perwerdehiyê û semînerên fêrkirinê ji bo xwendekarên zanîngehê werin lidarxistin, da ku bi awayekî nimûneyî hişmendiya xwendekaran bi şêwaza fêrbûneke baştir û perwerdehiya kesayetî were pêşxistin.

7. Yekkirina modela perwerdehiyê ya li ser torên dijîtaliya nûjen (Internet) di pêvajoya pêşxistina rêbazên hînkirinê de.

8. Sazkirina bingeh û prensîpên perwerdehiya kesayetî bi rêya mufredatên elektronîk a nûjen re.

9. Bi zimanên cihêreng pêşxistina çavkaniyên agahdariyê li ser înternetê, bi armanca zêdekirina tevgera wergerê ji lêkolînên biyanî.

10. Damezrandina pirtûkxaneyeke dewlemend bi çavkaniyên zanistî û sepanên fêrkirinê di hemû saziyên perwerdehiyê de, da ku asta zanistî û akademîk a fêrkirinê li gel xwendekaran bi pêş bikeve.

11. Karkirina li ser perwerdekirina komisyonên dersdayînê li ser sepanên teknolojiya perwerdehiya nûjen, da ku asoyên xwendekaran a fêrkirinê bi vê teknîka nûjen perwerde bibe.

12. Perwerdekirina kadroyên derçûyên branşa teknolojî û endazyariya Kompîturê ji bo ku bi rêbazekî balkêş û li gorî guncavbûna xwendekaran dîzaynkirina materyalên fêrkirin û sapanan were hilberandin.

13. Tevlîbûna xwendekarên xwendina bilind di kursên perwerdehiyê de, da ku xwe di amadekirina lêkolînên zanistî de bi pêş bixin.

14. Girîngdayîna aliyê teknîkî di proseya rahênanên mamosteyan de û bi rêya zêdekirina cîhazên kompîturan û geşkirina alavên pêşandanê re, di peywirdarkirina vê teknîkê de û di xizmeta amadekirina perwerdehî û pskolojî de, wê bihêle ku di armancên ku tê xwestin de xwedî bandoreke pêkanîner be.

 15. Amadekirina materyaleke taybet bi nasandina xwendekar-mamosteyan de li ser pêşveçûnên herî dawî yên di pêvajoya perwerdehiyê de, bi rêya van re raman, nêrîn û teoriyên nû derdikeve holê û her wiha zanîna wan ji pêşketinên teknolojîk ên ku xizmeta pêvajoya perwerdehiyê dikin, bi pêş ve diçe.

16. Di çarçoveya pevguhertina ezmûnên perwerdehî û zanistî de, divê pêvajoya pêwendiya di navbera xwendekarên zanîngeha Kobaniyê de bi hevkarên din ên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zanîngehîn dîtir re were xurtkirin.

17. Aktîvkirina pirtûkxaneyeke taybet ji bo referans, kovar û lêkolînên perwerdehiya zanistî li zanîngehê û rê li ber mamoste û xwendekaran veke da ku lêkolînên akademîk û perwerdehî bike ku tê de jêhatîbûn û şiyana wan derkeve holê.

18. Divê ku proseyeke metodolojî ya saxlem, baş û lêkolînkirî ji bo mufredatên perwerdehiyê ya zanîngehê were pêşxistin û her wiha ji bo zanîngeha pisporên xwedî bawernameyên xwendina bilind werin peydakirin.

19. Divê ku mamosteyên xwendekar, di karînên zimanê xwe yê dayîkê de xurt be. Divê ku di karkirina bi rêya zimanê ku mamoste dide xwendekarên xwe û xwendekarên ku ji mamosteyên xwe digirin de pirekê ava bike.

20. Bi rêya teoriyeke xurt a girêdayî bi pîşeya fêrkirinê û piştgiriya bingeha teorî ya rahênanên meydanî û berhemdar ve, divê ku perwerdehiya pratîkî û meydanî ji bo xwendekarên mamoste bê dayîn.

21. Danîna zagon û dispilînên ji bo bikaranîna alavên hişê çêkirî di lêkolînan de."

(fr)