Konferansa Kurd a Rojava wê helwesta yekpare eşkere bike

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Avakirina Helwesta Yekpare ya Kurdî li Rojava Ebdîlah El-Erebo diyar kir ku konferans dê 18`ê Nîsanê li Qamişlo bê lidarxistin. Di konferansê de wê helwesta siyasî ya Kurdên li Rojava bê ragihandin.

Konferansa Kurd a Rojava wê helwesta yekpare eşkere bike
14 nîsan, 2025   13:07
QAMIŞLO

 Amadekariyên pêkanîna konfransa avakirina helwesta yekpare ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê yên ku ji Mijdara 2024`an ve dewam dikin, bidawî bûn û çav li pêkanîna wê ye.

Derbarê mijarê de Endamê Komîteya Amadekar a Konferansê Ebdîlah El-Erebo agahî dan ANHA’yê û da zanîn ku konferans wê bi amadebûna hemû partî, rêxistin, rewşenbîr, jin, ciwan û rusipiyên li Rojavayê Kurdistanê,  18`ê Nîsan 2025`an li bajarê Qamişlo were lidarxistin.

Ebdîlah El-Erebo destnîşan kir ku wê derdora 300 delege di konferansê de amade bibin.

Axaftina destpêkê ya konferansa ku dê heman rojê bidawî bibe, wê ji aliyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ve bê kirin.

Di konferansê de wê li ser reşnivîsa helwesta siyasî ku beriya niha ji aliyê partî û rêxistinên tevlî komîteya amadekar bûne ve hatiye amadekirin, nîqaş bên meşandin û şeklê dawî bê dayîn. Di encama konferansê de wê helwesta siyasî ya yekpare bê eşkerekirin.  

Li gorî berpirsan, reşnivîsa helwesta siyasî ji bidestxistina mafên Kurdan û tevlîkirina wan a di destûra nû ya Sûriyeyê de pêk tê.

Çav li rê ye ku di konferansê de biryara avakirina komîteyeke hevbeş a ji bo danustendinên bi  Şamê re jî bê girtin.

Hat diyarkirin ku dê ji derveyî Rojavayê Kurdistanê jî, bi rêya online tevlîbûna konferansê çêbibe.

(sb)

ANHA