Konferansa komînan bi nirxandina rewşa komînan didome

Konferansa Komînên Kantona Cizîrê ya Yekemîn piştî xwendina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan û rewşa siyasî, niha jî bi nirxandina rewşa komînan didome.

28 cotmeh, 2025   13:07
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Katona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Konferansa Komînên Kantona Cizîrê ya Yekemîn, bi dirûşma “Avakirina komînê bingeha civaka demokratîk û azad e” li dar dixe. Konferans bi beşdariya 600 delegeyan, li hola Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê tê lidarxistin.

Piştî xwendina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan, cih û nirxandina komînê di Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, nirxandina rewşa siyasî, niha jî rewşa komînên li kantona Cizîrê tê nirxandin.

Di nirxandinan de meclisên taxên bajarê Qamişloyê, bajarê Amûdê, Til Temir, Girgê Legê, Hesekê rewşa komînan nirxandin.

Kesên axivîn konferans li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin. Her wiha diyar kirin ku lidarxistina konferansê pir dereng ma, divê beriya niha hatiba lidarxistin.

Girîngî nedayîna komînê, aktîfnebûna meclisên komînan ên perwerdeyê, tevayî kar li ser milê hevserokên komînê hiştin, ji pergala karmenbûna dewletê xilas nebûn û karmendbûna hevserokên komînan, hatin rexnekirin.

Pêşniyar hatin kirin ku hejmara komînan di bajaran de bên kêmkirin, li şûna wê li ser asta taxê komînek tenê hebe û ew jî girêdayî meclisa bajar û bajarok be. Di aliyê aborî de jî projeyên pêşxistina aboriya civakê bên pêşxistin.

Piştî hinek nirxandinan, konferans ji ragihandinê re girtî didome. Dê piştî nirxandinan encamname bê ragihandin.

(b/k)

ANHA