Ji Îranê hişyarî: Vegera cezayan dê danûstandinên li gel IAEA rawestînin

Tehranê zimanê pê bersiva biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê daye, tundtir kir û hişyarî da ku ev gav dê danûstandinên li gel IAEA rawestîne.

Ji Îranê hişyarî: Vegera cezayan dê danûstandinên li gel IAEA rawestînin
20 îlon, 2025   22:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Kazim Xarîbabadî hişyarî da ku “heke Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) careke din cezayan li Tehranê bibire, dê danûstandinên li gel Ajansa Enerjiya Atomî ya NY`yê (IAEA) rawestîne”.

Li gorî ajansa Îsnayê Xarîbabadî wiha axiviye: “Heke mekanîzmeya `snapback` neyê çalakirin, lihevkirina Qahîrayê ya di navbera Tehran û IAEA`yê de dê raweste”.

Wezareta Karên Derve ya Îranê duh ragihandibû ku biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya der barê cezayên li dijî Tehranê de der qanûnî ye û mafê wê yê bersivandinê heye.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha nivisîbû: “Gava dewletên ewropî yên Troika, der qanûnî ye û provokasyon e. Bi awayekî xetere hewldanên dîplomatîk asteng dike.”

(şx)