Konferansa damezrîner a Meclisa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk hate lidarxistin

Meclisa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya 1′emîn a damezrîner li Qamişloyê li dar xist.

22 kanûn, 2023   17:39
QAMIŞLO

Konferans bi diruşma ′Bi hêza bawerî û ramana îslama demokratîk em ê civaka exlaqî û polîtîk vejîn bikin′ û bi beşdariya 150 endamn meclisê yên nûnerên ji 7 kantonên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongreya Star û rêxistinên civaka sivîl hate lidarxistin. Konferans li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê ya Cizîrê hate lidarxistin.

Li hola konferasnê ayinên quranê yên banga wekheviyê di navbera her du zayendan de dikin û gotinên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Konferans bixêrhatina beşdaran dest pê kir. Dûre hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Delal Xelîl axivî û bal kişand ser girîngiya lidarxistina vê koneransê di vê qonaxê de û wiha got: "Konferans teqeziyê li ser irsrara jinan a li ser xwerêxistinkirinê bi rêya saziyên xwe dike, da ku roleke pêşeng di avakirin û rêxistinkirina civakê de bilîze. Ew jî bi temslîbûna wê ji fikra îslama demokratîk re ye."

Li aliyekî din jî endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî got lidarxistina vê konferansê teqez dike ku têkoşîna jinan li ser jinûve vegerandina cewhera îslam û olê ye û ew jî Ii ser wekheviya di navbera her du zayendan de ye. Jinê di hemû aliyan de xwe îsbat kir ku ew xwedî vîn û hêzê ye û dikare rola xwe di parastina nirx û exlaqê civakê de bilîze."

Her wiha endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Meryem Osman axivî û got: "Fikrên Rêber Abdullah Ocalan hêz dan jinê û rêya wan a têkoşînê ya jinûve vegerandina nirx û cihê wê yê zihniyeta baviksalariyê jê standiye ronî kir da ku di vê qonaxê de bibe pêşenga şoreşa xwe ya ′Jin, Jiyan, Azadî′ ku tevahî cîhan xwe dispêre wê."

Endama Koordînasyona Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatme Xelîl bal kişand ser girîngiya lidarxistin û birêxistinkirina vê konferansê û xebatên Meclisa Jinan a di Kongreya Îslama Demokratîk de li dijî fikrên derewîn ên ku ola îslamê li Sûriyeyê îstismar dikin. Da ku berjewendiyên xwe pêk bînin, mîna îslama siyasî û DAIŞ′ê. Fatme wiha got: "Wan teror belav kir, sûc û komkujî pêk anîn û jin qurban bûn. Lê jinê di aliyê siyasî, leşkerî û civakî de li dijî van siyasetan de bi lehengî têkoşiya."

Endama Komîteya Gelan û Baweriyan Emîre El Ezo hêvî kir ku konferans bi ser bikeve û wiha got: "Mirovahî krîza ruhî û moralî dijî û sedema wê ya sereke jî tunebûna nirxên elxaqî ye. Ew jî ji ber siyasetên moderîniyeta kapîtalîstê ferz dike."

Emîre El Ezo wiha domand: "Divê ruhê exlaqê xurt be, cewhera rastîn a îslamê vegere, divê xwedî li îslama demokratîk  û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bê derketin, divê şoreşa exlaqî û civakî ya gihandina civakeke exlaqî û siyasî bê lidarxistin."

Piştî axaftinan, sînevîzyonek der barê pênaskirina meclisê û hin xebatên wê hate pêşandan. Dûre endama rêvebera meclisê Ciyan Ebas bi zimanê Kurdî rapora meclisa jin xwend. Di raporê de rewşa siyasî ya cîhanê, şerê cîhanê ya heyî, siyasetên rejîmên hegemon û delwetên netewe û bandorên wan siyasetan li ser civakan û pêkanîna krîzan hatin şîrovekirin.

Di raporê de fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo rizgarkirina mirovahiyê ji van krîzan, hatin silavkirin.

Her wiha rapora rewşa rêxistinî ya meclisê hate xwendin û di raporê de hin xebatên komîteyan ên di meclisê de mîna komîteya perwerdê ku hezar û 68 semîner li dar xistine û 15 hezar jin beşdar bûne, hatin bibîrxistin.

Her wiha xebatên komîteya mizgeftan ên perwerdekirina îmamên mizgeftan, komîteya dîplomasî ku gelek hevdîtin li dar xistine û têkilî bi kesayetên jinên li hundir û derveyê Sûriyeyê re pêk anîne, xebatên komîteya arşîfê û komîteya ragihandinê hatin bibîrxistin.

Her wiha piştre peyam û pîrozbaniyên jinên li derve yên ji dewletên Ereban ên ji bo lidarxistina meclisê, hatin xwendin.

Konferans bi xwendin û nîqaşkirina rêziknameyê dewam dike, dûre dê koordînasyona meclisê were hilbijartin û konferans bi encamnameyekê bi dawî be.

(fr)