Yekane hêviya pîrejina koçber a ji Serêkaniyê; vegera ewle

Jina koçber Emîna Mihemed destên xwe ber bi asîman ve bilind dike, dua dike ku piştî salên dirêj ên koçberiya bi darê zorê ji bajarê xwe Serêkaniyê, ew bikarin bi ewle vegerin bajarê xwe yê wêrankirî. Ew niha di kampekê de ye û hesret û hêviya vegerê dikişîne.

Yekane hêviya pîrejina koçber a ji Serêkaniyê; vegera ewle
Yekane hêviya pîrejina koçber a ji Serêkaniyê; vegera ewle
Yekane hêviya pîrejina koçber a ji Serêkaniyê; vegera ewle
Yekane hêviya pîrejina koçber a ji Serêkaniyê; vegera ewle
Yekane hêviya pîrejina koçber a ji Serêkaniyê; vegera ewle
2 nîsan, 2026   07:40
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di nav konên hilweşiyayî û erda biherî de ku bêhna axê bi baranê re tevlihev dibe, Emîna Mihemed a 54 salî li ber firoşgeheke xwarinê ya ku ji hêla xizmên wê ve li Kampa Serêkaniyê a li Hesekeyê hatiye vekirin, rûniştiye.

Emîna bi tiliyên lerzok nîşan dide û bi dengekî bêhêvî dibêje: "Rewşa me li vir pir xirab e. 7 sal e em di van kampan de bi ax, toz û ava baranê ku di zivistanê de diherike, jiyana dijwar derbas dikin."

Dûre dengê wê bilind dibe û dibêje: "Me têra xwe koçberî, koçberiya bi darê zorê û zilm dît. Em dixwazin vegerin mal û bajarê xwe. Em ji tiştên ku em li vir dikişînin bêzar bûne.”

Emîna dibêje: “Em niha nikarin di van şert û mercan de vegerin. Xaniyên me bi tevahî wêran bûne, bîrên me hatine xerabkirin û ew erdê me li gundê Umm El Dibs diçînin, her wiha em tiştekî li ser rewşa xaniyê xwe li taxa Zerdeşt nizanin.”

Jina 50 salî gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Em dixwazin vegerin da ku miriyên xwe li axa xwe veşêrin. Em ji vê koçberiyê bêzar bûne.”

Şêniyên koçber ên Serêkaniyê piştî Peymana 29`ê Çileyê, hêvî dikin ku ew bi ewlehî vegerin malên xwe.

Bi hezaran koçberên ji Serêkaniyê di şert û mercên dijwar de dijîn. Ew bi giranî li 3 kampan belav bûne; Kampa Waşûkanî, Kampa Serêkaniyê ya li Hesekê û Kampa Newroz a li Dêrikê. Wekî din, ew li dehan dibistanên ku veguherîne stargehan dijîn û bi sedan malbat hîn jî li cem xizmên xwe yan jî li malên kirêkirî yên li Qamişlo û Hesekê dijîn.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di daxuyaniyekê de di 25`ê Adarê de diyar kir ku rewşa ewlehî, leşkerî û îdarî li bajêr û gundewarên derdora wê ewle nîn e. Lewma her vegera takekesî yan bêrêxistin dê bi xeter be.

(k)

ANHA