Şervanên YPJ'ê: Em ê ji bo mafên jinan têkoşîna xwe bidomînin

Şervnên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar kir ku ew ê ji bo mafên jinan têkoşîna xwe bidomînin.

Şervanên YPJ'ê: Em ê ji bo mafên jinan têkoşîna xwe bidomînin
2 nîsan, 2026   05:10
QAMIŞLO
ROHAT XELEF/KÎNAN EL SEYÎD

Şervanên Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) bi boneya salvegera avakirina YPJ`ê ji ajansa me re axivîn û got: "YPJ`ê di şoreşê de berpirsyarî rakir, gelek bedel dan û şehîdên me çêbûn. Em ê tê bikoşin da ku cihê xwe di artêşa Sûriyeyê ya siberojê de bigirin.”

Şervana YPJ`ê Çîçek Serhed got: “Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo parastina hebûna jinan di destpêka şoreşa Sûriyeyê de hate avakirin. YPJ`ê ji bo parastina jinên Ereb, Kurd, Suryan, Aşûr û hwd tê dikoşe. YPJ di hemû şert û mercên şoreşê de berpirsyarî rakir û hebûna xwe parast. Em niha tê dikoşin da ku hebûna YPJ`ê di nava artêşa Sûriyeyê ya siberojê de çêbe.”

Şervana YPJ`ê Rûken Tertûs anî ziman ku ew li ser bingeha ramanên Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin û wiha got: “Rêber Apo girîngî da azadiya jinan û parastina mafên wan ji hemû hêzên hegemon. YPJ`ê di şer de berpirsyarî rakir. Bi taybet li hember çeteyên DAIŞ`ê û êrişên li ser herêmê şer kir û li ber xwe da. Ji ber vê yekê divê di Sûriyeya siberojê de rola jin hebe."

Her wiha şervana YPJ`ê Beraa Dirbêsiyê diyar kir ku nêrandina civaka zayendperest ji jinan re ne rast e û wiha got: “Jinan ji hemû aliyan ve berpirsyarî rakir. Li aniyên şer bû û di rêvebirina civakê de cihê xwe girt. Ne rast e ku biçûk li jinan binêrin. Di şoreşê de jinan gelek bedel û şehîd dan. Rola jinan di avakirina civaka azad de girîng e.”

ANHA