Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan,  li Kobanê ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin û peyama "Em ê Rêberê xwe fîzîkî azad bikin" hat dayîn.

Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
29 îlon, 2024   16:01
KOBANÊ

Bi sedan jinên ji kantona Firatê bi meşeke girseyî pergala îşkence û qirkirinê ku dewleta Tirk a dagirker li Rêber Abdullah Ocalan  dimeşîne, şermezar kirin. Meş bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî, ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hat lidarxistin ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê dest pê kir û li Qada Azadî bi dawî bû. Di meşêde wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Jin Jiyan Azadî", " Ji Rêber  Apo re azadiya fîzikî,  ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hatin vekirin. Bê navber jî dirûşmên "Jin Jiyan Azadî, "Bijî berxwedana Îmralî" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Piştî meşê, li Qada Azadî ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre li ser navê tevgerên jinan ên li kantona Firatê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misto axivî.

Avaşîn bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan ev 26 sal e ji bo rizgariya gelê Kurd û tevahî civakan li girava Îmraliyê tê dikoşîne û got, Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe yên azad wekî rêberê têkoşînê tê naskirin.

Avaşîn Misto tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wekî tecrîda li ser hemû gelan nirxand û wiha dom da axaftina xwe: "Wekî ku em dizanin tu zanyaran û tu fîlozofan xet azadiya jin diyar nekirin, lê Rêber Apo bi xetên qalind rastî û cewherê jinan da nasîkirin û azadiya jin bi azadiya civakê ve girê dide.  Tecrîda giran a mutleq a di şexê Rêber Apo de li dijî tevahî jinan e.  Bi fikrê Rêbertî hêza jin derketiyê pêş û bi vî fikirî xwe bi rêxistinkirine."

Avaşîn Misto di dawiya axaftina xwe de ev peyam da "Erka me ye em vê şoreşê berdewam dikin. Em xwedî li  Rêberê mirovahiyê  derbikevine. Em jin  bi saya Rêber Apo me xwe nas kiriye em ê Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin û wî di nav xwe de bibînin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(am/bb)

ANHA