‘Komploya 15’ Sibatê kuştina nirxên mirovî ye’

Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk diyar kir ku Komploya 15’ê Sibatê “kuştina nirxên mirovî û xespkirina pîvanên navneteweyî ye”.

‘Komploya 15’ Sibatê kuştina nirxên mirovî ye’
14 sibat, 2024   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin rêgezên demokrasî, azadî û jiyana hevbeş ên di navbera gelên herêmê de berhemên ked û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan in.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komploya 15’ê Sibata kuştina nirxên mirovî û xespkirina pîvanên navneteweyî yên ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê û mîsogeriya azadiyan û pêşîgirtina li koletiyê ye.

Di daxuyaniyê de Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin û hate gotin: "Komplo di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de li dijî îradeya gelê Kurd bû. Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe nûnerê doza civakên Rojhilata Navîn e. Em teqez dikin ku komplo negihaşt armancên xwe,  pêşketina fikrî, rêxistinî û sazaiyan a li gorî projeya Rêveberiya Xweser ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbata vê yekê ye."

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û tevahî rêxistinên demokratîk hat kirin ku li ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

(bb)