Komîteyên Lihevanînê yên Dêrazorê civîna 3ˊyan a salane li dar xist

Komîteyên Lihevanînê yên Desteya Edaleta Civakî ya Kantona Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar dixe. Di civînê de rewşên rêxistinî, astengiyên li pêşberî wan hatin nîqaşkirin.

Komîteyên Lihevanînê yên Dêrazorê civîna 3ˊyan a salane li dar xist
Komîteyên Lihevanînê yên Dêrazorê civîna 3ˊyan a salane li dar xist
Komîteyên Lihevanînê yên Dêrazorê civîna 3ˊyan a salane li dar xist
Komîteyên Lihevanînê yên Dêrazorê civîna 3ˊyan a salane li dar xist
Komîteyên Lihevanînê yên Dêrazorê civîna 3ˊyan a salane li dar xist
Komîteyên Lihevanînê yên Dêrazorê civîna 3ˊyan a salane li dar xist
Komîteyên Lihevanînê yên Dêrazorê civîna 3ˊyan a salane li dar xist
Komîteyên Lihevanînê yên Dêrazorê civîna 3ˊyan a salane li dar xist
22 ÇILE, 2024   17:14
DÊRAZOR

Di civînê de nûnerên Desteya Edaleta Civakî, komîteyên lihevanînê, xelk, rûspiyên Dêrazorê û nûnerên saziyên sivîl û herêmê beşdar bûn. Civîn li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê hate lidarxistin.

Endamê rêveberiya Desteya Dozgeriyê Fûad El Ubêd axivî û wiha got: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya kesayetên di kar û barên edaleta civakî de dixebitin rola yekê û girîng da komîteyên lihevanînê, da ku ewlehî û aştî li tevahî herêman pêk bên."

El Ubêd wiha domand: "Xebata komîteyên lihevanînê bandoreke erênî li xebata edaleta civakî ya li kantona Dêrazorê kir. Wê jî zexta mezin a çareserkirina dozên li herêmê sivik kir."

Dûre endama Komîteya Lihevanînê Ayşe El Ebid axivî û wiha got: "Komîteyên Lıhevanînê yên Meclisa Edaleta Civakî serkeftin û aktîfbûna xwe di çareserkirina pirsgirêkan de îsbat kir. Ji ber ku lihevanîn cewhera pergala edaleta civakî ye."

Piştre beşdaran li ser pêdiviyên komîteyên lihevanînê û astengiyên li pêşberî wan nîqaş kirin.

(fr)

ANHA