Li kantona Firatê çalakiyên şermezarkirina êrişan didomin

Di çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, şêniyên kantona Firatê soza domandina berxwedanê nû kir.

Li kantona Firatê çalakiyên şermezarkirina êrişan didomin
Li kantona Firatê çalakiyên şermezarkirina êrişan didomin
Li kantona Firatê çalakiyên şermezarkirina êrişan didomin
Li kantona Firatê çalakiyên şermezarkirina êrişan didomin
Li kantona Firatê çalakiyên şermezarkirina êrişan didomin
22 ÇILE, 2024   17:06
KOBANÊ

Şêniyên navçeya Sirînê ya kantona Firatê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin.

Di meşê de rêveberê meclisa navçeyê Şeban Ebdurezaq daxuyaniyek xwend û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî hemû pêkhateyan êrişan pêk tîne da ku fîtneyê derxe û çeteyên DAIŞ'ê vejîne, li hember wê jî bêdengiya hêzên navneteweyî dihêle dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe zêdetir bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew bi saya fikirên azad ên Rêber Abdullah Ocalan dê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û li ser şopa şehîdên di oxira pêkanîna jiyaneke azad canê xwe dane de bimeşin.

Di heman çarçoveyê de sazî, daîre, şaredarî û meclisên Rêveberiya Xweser li pêşiya stasyona kehrebeyê ya Kobanê ya ku di 14'ê Çileyê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû hedefgirtin û di encamê de 360 gund bê kehrebe man, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisa bajarê Kobanê Mustefa Îto ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina binesaziya herêmê hatin şermezarkirin û keda Nivîsgeha Enerjiyê di destekdayîna şêniyan de hat silavkirin.

Her wiha hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya kantona Firatê Welîd Cîmen berxwedana şêniyan li hember êrişên dagirkeriyê silav kir.

Rûspî û serokeşîrên kantonê bi daxuyaniyekê li navçeya Sirînê êriş şermezar kirin, daxuyanî ji aliyê rûspiyê eşîra El Ewn Casim El Casim ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û binesaziya wê nîşan didin ku ew li qada herêmî û navneteweyî têk çûye û hewl dide krîza xwe ya hundirîn derxe derve.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî hat kirin ku destekê bidin gelê herêmê û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiyê hat dayîn.

(mh)

ANHA