Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Parêzgarê Hesekê û Koma Serokomariyê civiyan

Komîteya Koçberên Serêkaniyê, parêzgarê Hesekê û şandeya Koma Serokomariyê ya şopandina peymana 29`ê Çileyê civiyan.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Parêzgarê Hesekê û Koma Serokomariyê civiyan
18 hezîran, 2026   15:42
HESEKÊ

Di çarçoveya şopandina dosyaya vegera koçberan li herêmên xwe de, Parêzgarê Hesekê endazyar Nûredîn Ehmed, şandeyeke ji Koma Serokomariyê ya şopandina peymana 29`ê Çileyê û Komîteya Koçberên Serêkaniyê re civiyan. Di civînê de cîgirê rêveberê gerînendeya ewlehiya hundirîn a Parêzgeha Hesekê de jî amade bû.

Di civînê de gavên pêwîst ên ji bo vegera ewle ya koçberan hatin nîqaşkirin. Behsa destpêkirina xebata rakirina mayînan û bermehiyên şer ji bo vekirina rê li ber pêşiya vegera koçberên Serêkaniyê hatin kirin.

Endamê Koma Serokomariyê ya şopandina peymana 29`ê Çileyê Mistefa Ebdî diyar kir ku dema xebatên rakirina mayînan bi dawî bibe, dê vegera koçberan dest pê bike.

Endamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê jî diyar kir ku wan lîsteya navên koçberan û daneyên der barê rewşa wan de radestî şandeyê kir. Her wiha anî ziman ku komîteyê aşkera kir ku aliyên têkildar bi xelên biyanî yên li Serêkaniyê bi cih bûne re civiya da ku wan ji bajar derbixin û koçberan vegerînin cihê wan.

Endamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê da zanîn ku tu astengî li pêşiya derketina kesên biyanî nîn in û bang li Koma Serokomariyê kir ku ji bo rawestandina talankirina milkên şêniyan tavilê destwerdanê bike.

(bb)

ANHA