Şandeyeke NY‘yê rewşa koçberên li Til Temirê şopand

Şandeya Komîsyona Bilind a Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yebûyî serdana bajarê Til Temirê kir. Şandeyê û hevserokên Meclisa Til Temirê rewşa koçberan, şêwaza destekdayînê û vegera ewle ya malbatên koçber nîqaş kirin.

Şandeyeke NY‘yê rewşa koçberên li Til Temirê şopand
18 hezîran, 2026   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek Komîsyona Bilind a Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi armanca şopandina rewşa koçberan, naskirina pêdiviyên navendên koçber lê dimînin, her wiha xizmetên têne pêşkêşkirin, serdana bajarê Til Temirê kir. Şande ji aliyê hevserokên Meclisa Bajar ve hat pêşwazîkirin û civînek pêk hat.

Di civînê de rêbazên tevkariyê ji bo alîkariya bi koçberan re û dabînkirina pêdiviyên wan ên bingehîn hatin nîqaşkirin. Her wiha rêbazên hêsankirina vegera dilxwaz a koçberan li herêmên xwe hat vegotin.

Şandeyê behsa pirsgirêkên li navendên koçberan ên li Til Temirê, pêdiviyên mirovî û xizmetên divên werin pêşkêşkirin anîn ziman û girîngiya domandina desteka mirovî vegot.

Hevserokên Meclisa Bajarê Til Temirê jî destnîşan kir ku divê hewldanên navneteweyî yên destekkirina koçberan werin zêdekirin û xizmet were başkirin. Di heman demê de derfetên vegera wan li cih û warên wan werin xurtkirin.

Di dawiyê de girîngiya domandina tevgera di navbera aliyên xwecih û rêxistinên navneteweyî de hat vegotin.

(bb)

ANHA