Ji ber rewşa debarê ya xirab 2 roj e rê girtine

Şêniyên gundê Diêbil ê başûrê Hesekê li dijî rewşa debarê û xizmetê ya xirab, ev 2 roj e rêya sereke girtiye.

Ji ber rewşa debarê ya xirab 2 roj e rê girtine
18 hezîran, 2026   15:15
HESEKÊ

Şêniyên gundê Diêbil ê bajarokê Erîşa yê başûrê Hesekê nerazîbûn nîşanî rewşa xirab a xizmetguzarî û debarê ya li herêmê da û ev 2 roj e rêya gund girtiye.

Dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal hatine parvekirin diyar kir ku şêniyên xwepêşandan kirin, rê nadin tankerên petrola xam derbasî deverên din ên Sûriyeyê.

Li gorî çavkaniyên xwecih, bihayê depoyeke avê gihaştiye nêzî 150 hezar lîreyên Sûriyeyê, buhayê lîtreyeke benzîn jî bûye 16 hezar lîre. Di heman demê de çend firne sekinîne.

Duh jî şêniyên gundê Diêbil û gundê Birêc ê li beramberî wî, ji ber rewşa debarê û xizmetguzariyê ya xirab, xwepêşandan li dar xistibû.

(bb)