Li Helebê çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan

Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongira Star di çarçoveya çalakiyên Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan dest bi çalakiyan li Helebê kirine.

21 mijdar, 2025   19:03
HELEB

Derbarê çalakiyên Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan, Yekîtiya Jina Ciwan li bajarê Helebê dest bi belavkirina birûşûrên bi zimanên Erebî û Kurdî kirin. 

Di pêngava ku bi silogana "Kombibin" a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li Helebê bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan derdora 800 birûşûr belav kirin.

Di birûşûran de banga rawestandina tundiya li dijî jin û zarokan, her wiha daxwaza tevlîbûna li çalakiyên ji bo azadiya Rêber Ebdullah Ocalan, hate kirin.

Yek ji rêvebera di Yekîtiya Jinên Ciwan Şemis Elî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku belavkirina birûşûran beşek ji pêngava ku bi dirûşmeya "Kombibin"  de, ku 4 mehan berdewam kir, pêk hat.

BERWERDE JI BO ENDAMÊN MECLIS Û KOMÎNAN

Her wiha di hema çarçoveyê de Kongra Star li bajarê Helebê li ser 3 rojan dest bi perwerdeyê ji bo endamên Meclis û Komînan derbarê têgeha cinsiyetperestiyê kir.

Li gorî bernameya Kongra Star perwerde roja 21`ê Mijdarê seat 8 sibehê li ser asta Meclis û Komînan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kir.

Yek ji rêveberên Komînên Meclisa taxa Şehîd Gelhat Elî Mistefa ku tev li bû got: armanca sereke ji perwerdeyê ku endamên komînan ji hişmendiya baviksalarî rizgar bibin.

 (ac)

ANHA