Komên nêzî Îranê yên li Iraqê: Em ji bo çekdanînê amade ne

Reutersê ragihand ku 10 berpirsên komên nêzî Îranê yên li Iraqê amadebûna xwe ji bo danîna çekan nîşan daye.

Komên nêzî Îranê yên li Iraqê: Em ji bo çekdanînê amade ne
7 nîsan, 2025   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, 10 berpirsên siyasî yên li Iraqê yên nêzîkî Îranê, ji bo bidawîkirina aloziyên li herêmê amadebûna xwe ji bo çekdanînê nîşan da.

Hate diyarkirin ku ev pêngav piştî vê yekê tê ku rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) gelek caran hişyarî daye rayedarên iraqî ku xwe ji aloziyên li herêmê dûr bixin.

Reutersê destnîşan kir ku 6 ji berpirsên ku biryara bêçekkirinê daye, berpirsên xwecih û 4 komên iraqî ne ku hikumetê hişyarî dabû ger ew neyên belavkirin, dê bibin armanca êrişên asmanî yên DYA’yê.

Her wiha 2 berpirsên ewlehiyê yên iraqî ji ajansê re ragihandin ku Sudanî zextê li ser bêçekkirina hemû aliyên eniyên berxwedanê yên li Iraqê ku pabendbûna xwe bi Pasdarên Şoreşa Îranê yan jî Hêza Quds ragihandibûn, ne ji Bexdayê re, dike.