Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist.

7 nîsan, 2025   13:45
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê meşek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e" meşiyan.

Meşê ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir û heta Qada Aştiyê dewam kir. Li wir deqeyekê rêz hat girtin. Hevserokê Desteya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mistefa Êto li wir axivî.

Mistefa Êto diyar kir Rojhilata Navîn di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, yê ku dikare vê pêvajoyê bigihîne serkeftinê jî Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Rêber Apo ji bo azadiya tevahî pêkhateyan tê koşiya, divê em xwedî li felsefeya Rêber Apo derkevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin.”

Êto anî ziman ku gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike û wiha got: "Rêber Apo dikare pirsgirêkan çareser bike, ev yek jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe. Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedan û têkoşîna xwe xurttir bikin."

Meş bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(sş)

ANHA