Komeleya Newroz çalakiyek ji zarokan re organîze kir 

Komeleya Newroz a Çand û Civakî li Beyrûtê ji bo zarokan çalakiyek bi rêxistin kir.

Komeleya Newroz çalakiyek ji zarokan re organîze kir 
23 gulan, 2026   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Beyrûtê yê Lubnanê Komeleya Newroz a Çand û Civakî ji bo zarokan çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de gelek lîstik hatin birêxistinkirin. Her wiha ji zarokan re çîrok hatin gotin.

Ji bo zarok tirsa xwe ya ji şer derbas bikin û şerê li Lubnanê diqewimê ji bîr bikin, komele çalakiyên çandî û civakî bi rêxistin dike.

(np)

ANHA