Kombûna Zenûbiya bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî li dar xistin

Kombûna Jinan a Zenûbiyayê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi dirûşma "Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin" rêze çalakî li dar xistin.

Kombûna Zenûbiya bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî li dar xistin
Kombûna Zenûbiya bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî li dar xistin
Kombûna Zenûbiya bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî li dar xistin
Kombûna Zenûbiya bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî li dar xistin
Kombûna Zenûbiya bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî li dar xistin
Kombûna Zenûbiya bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî li dar xistin
Kombûna Zenûbiya bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî li dar xistin
Kombûna Zenûbiya bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî li dar xistin
Kombûna Zenûbiya bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî li dar xistin
20 mijdar, 2025   21:46
DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de çalakî bi dirûşma "Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin" li dar xistin.

Berdevka Mala Jinan a Kantona Dêrazorê Seher Mistefa der barê çalakiyan de diyar kir ku di çarçoveya çalakiyan de civîn hatin lidarxistin û li deriyên têketin û derketina bajar û bajarokên kantonê pankartên bi dirûşmên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hatin daliqandin. Her wiha meşeke bi beşdariya bi dehan jinan li herêma Meamil hat lidarxistin.

Yekitiya Jinên Ciwan û Kombûna Jinên Zenûbiyayê li gelek bajarokan jî bi beşdariya jinan semîner li ser qanûnên malbatê, têgehên cudekarî û tundiya civakî dan.

Seher Mistefa li dijî tundiyê banga têkoşîn û hevgirtinê li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Ji rêveberên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Senaa Remdan jî diyar kir ku armanca pêngavê bidawîkirina tevahî cûreyên tundiya li dijî jinan e û got: "Ji bo avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk û ji bo Sûriye bibe nimuneya jinan hevbeş divê tevahî cûreyên tundiya li ser jinan were rakirin û tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ji cûreyên tundiya plankirî werin rizgarkirin."

(bb)

ANHA