Hunerên zarokên bi nexweşiya talasîmyayê hatin pêşandan

Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd pêşangehek wêne û kardestiyan ên zarokên bi nexweşiya talasîmyayê vekir.

20 mijdar, 2025   21:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a Onkolojî – Talasîmya – Şewatê bi piştgiriya şirketên Şemal, Venus Star, Koshat Bijo û Makeup Dior, pêşangeheke wêne û kardestiyan ên zarokên bi nexweşiya talasemîyayê vekir. Pêşangeh  li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê  hat vekirin.

Pêşangeh bi armanca zêdekirina baweriya zarokan bi xwe û nîşandana behreyên wan, bi beşdariya saziyên sivîl, rêxistinên mirovî û malbatên nexweşan hat vekirin.

Rêveberê Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a Onkolojî – Talasîmya – Şewatê Ehmed Hacî û endama Rêveberiya Giştî ya Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediye Ebdullah bi zimanên kurdî û erebî axivîn.

Di axaftinan de îşaret bi aliyê mirovî yê mîna van çalakiyan ve hat kirin û hate diyarkirin ku ev çalakî ji pêşandana huneran zêdetir, çîrokên berxwedan û hêviyê nîşan dide ku zarokan tevî êşan afirandine. Her wiha hate destnîşankirin ku ev çalakî peyama piştgirî û hevgirtina civakî  ye.

Piştre bijîkên xwînê Dr. Emced El Elî û Meryem Ehmed li ser nexweşiya talasîmyayê aivîn û gotin, ’’Talasîmya nexweşiyek xwînê ye û ji dayîk û bav derbasî zarokan dibe. Ji ber kêmbûn an jî nebûna hemoglobînê di xwînê de çêdibe. ’’

Bijîşkan bal kişandin ser xebatên Heyva Sor a Kurd jî  û diyar kirin ku nexweşxaneyê di nava 2 salan de navenda Onkolojî – Talasîmya – Şewatê li bajarê Qamişloyê vekir û  beriya 20 rojan jî dest bi çêkrina testên PCT ên talasîmyayê bi buhayekî erzan kir.

Piştre sînevîzyoneke li ser ezmûnên zarokan û malbatên wan bi vê nexweşiyê re û hewldanên destekkirina wan hat pêşandan.

Piştre  kesên hazir li nava pêşangehê geriyan.

(bb)

ANHA