‘Em dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin’

Siyasetmedar û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê yên li Hesekê daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û destnîşan kir ku heya Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nebe aştî ne pêkan e.

‘Em dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin’
16 tebax, 2025   02:35
HESEKÊ
BAZ MORDEM

Siyasetmedar û endamên Ciwanên Şoreşger di çarçoveya kampanyaya ku ji aliyê Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hatibû destpêkirin, daxwazên xwe ji ajansa me ANHA’yê re vegotin.

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Cizîrê Ebdullah El Xelef El Telai diyar kir ku ew jî daxwaza xwe ya ditîna Rêber Abdullah Ocalan dike û got: “Ez dixwazim Rêber Abdullah Ocalan ziyaret bikim û da zanîn ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê bi giştî jî vê dixwazin.”

El Telai di dawiya axaftina xwe de got: “Rêber Abdullah Ocalan gavên dîrokî yên aştiyê avêtine û li ser vî esasî PKK’ê jî xwe fesih kir û çek şewitandin. Ruxmî vê yekê jî dewleta Tirk hîna gaveke berbiçav neavêtiye. Em jî dibêjîn heya Rêber Abdullah Ocalan ji zîndanê dernekeve projeya aştiyê ne pêkan e.”

Endama Komîteya Rêxistinî ya PYD’ê Dehîla Izedîn Ehmed diyar kir ku “Em dixwazin Rêber Apo di nav me de be. Em çi qasî fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re bixin mînak, ew qasî baş e.”

Dehîla Izedîn Ehmed destnîşan kir ku divê dewleta Tirk jî gavên aştiyê biavêje û da zanîn ku heya niha di vî warî de hîn gav nehatine avêtin û got hîna tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam e. Lewma ew wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûryeyê vê yekê qebûl nakin û dixwazin Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Nesrîn El Yûnis got: "Wekî jinên ciwan, em girêdayî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in. Her wiha ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê her tim di nava têkoşînê de bin. Azadiya wî ne pirsgirêkek şexsî ye, lê belê pirsgirêkek mirovî û siyasî ye ku bandorê li hemû gelên herêmê dike.”

Nesrîn El Yûnis destnîşan kir ku tecrîd bi salan li ser Rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin û diyar kir ku ev tecrîd ne şexsiye, tecrîd li ser tevahî gelan e. Bi vê tecrîdê hewldidin ku rêya aştî û demokrasiyê asteng bikin. 

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Rewa Elo diyar kir ku beşdarbûna wan di meş, çalakiyên rûniştinê û çalakiyên cûrbecûr de dê raneweste heya ku daxwazên wan ên hevdîtina pêk werin. Heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger nebe jinên ciwan dest ji têkoşînê bernadin û wiha got: "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan mifteya çareseriyek dadperwer û mayînde ji bo pirsgirêkên herêmê temsîl dike û em ê ji bo azadiyê têkoşîn bikin."

(fr)

ANHA