Kombûna Zenûbiya amadekariya kongreya giştî dike
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya di çarçoveya amadekariyên kongreya xwe ya giştî ya ku di nîvê Hezîranê de tê lidarxistin, li kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê dest bi lidarxistina rêzecivînan kir.

Meclisa Kombûna Jinan a Zebûbiya bi dirûşmeya “Jin bi xwe gerdûn e” dest bi lidarxitina civînan kir. Armanca civînên ku dê li kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê werin lidarxistin ew e, xebatên meclisên kombûnê yên du salên dawî binirixînin û raporek berfireh were amadekirin bo di kongrey giştî ya 15’ê Hezîranê de tê lidarxistin, were pêşkêşkirin.
Kombûna Zenûbiya îro li kantona Reqayê dest bi lidarxistina civînan kir, piştre dê 19ê Gulanê li Tebqayê û 24ê Gulanê li Dêrezorê dest bi civînên bike.
Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Buşra Mihemed diyar kir ku ev civîn ji bo nirxandina xebatên komîte û desteyên kombûnê têne lidarxistin. Di van civînan dê prgala rêxistinê ji nû ve were avakirin û berdevkên nû ji bo her bajarekî kantonê werin destnîşankirin, her wiha dê awayên baştirkirina karûbarê saziyan çalakirina komîteyên jinan jî werin gotûbêjkirin.
Buşra Mihemed diyar kir ku nûnerên hemû kantonan di kongreya giştî ya ku biryar e di 15`ê Hezîranê de were lidarxistin de, beşdar bibin. Her wha dê raporeke giştî were pêşkêş kirin, pêşnîyar û encamên her sê civînan bên berhevkirin, û nerîn û planên siberojê dê bêne danîn, weke vekirina ofîsên nû li hundirê Sûriyeyê.
Kombûna Jinan a Zenûbiya di 6’ê Hezîrana 2021’an de hat damezrandin û di sala 2023’an de kongreya xwe ya duyemîn li dar xist.
(k)
ANHA