Kombûna Jinan a Zenûbiya tundiya li dijî jin û zarokan şermezar kir

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Tebqayê tundiya li ser jin û zarokan şermezar kir û ji bo rawestandina van tawanan û hesabpirsîna berpirsên wan banga tevgereke bilez a herêmî û navneteweyî kir.

Kombûna Jinan a Zenûbiya tundiya li dijî jin û zarokan şermezar kir
28 gulan, 2025   15:06
TEBQA

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên tevger û rêxistinên jinan, Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê îro li hewşa avahiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya kom bûn. Jinan pankartên "Kuştina jinan rawestînin" û "Bijî vîna jinan a azad" vekirin. 

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Emîna El Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Li bajarên Sûriyeyê mîna Heleb, Şam û Humsê tawanên hovane hatin pêkanîn, ku jin û zarokan bi şêweyên hovane jiyana xwe ji dest dan, bêyî ku desthilata Şamê ti tedbîran bigire.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li bajarê Qamişlo û gundewarên Til Temirê yên 2 tawan pêk hatine, lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li wir yekser bersiv dan û dest bi şopandina sûcdaran kir ku ev yek pabendbûna Rêveberiya Xweser a parastina gel û bi taybet jinan nîşan dide.

Kombûnê di daxuyaniyê de bal kişand ser wê yekê ku ewlehiya jinan berpirsyariyeke hevbeş e û xwest ku di navbera civakê û saziyên fermî de xebatên hevpar bên meşandin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên pêwendîdar ên herêmî û navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û dezgehên ragihandinê hat kirin ku demildest bikevin nava liv û tevgerê, ji bo aşkerakirina van tawanan, piştgiriya mexdûran û malbatên wan û bidawîkirina bêcezabûnê.

(k)