Ebdulezîz Hac Mensûr wefat kir

Ebdulezîz Hac Îbrahîm Hac Mensûr di temenê xwe yê 85 salî de wefat kir.

Ebdulezîz Hac Mensûr wefat kir
Ebdulezîz Hac Mensûr wefat kir
15 tebax 2024   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebdulezîz Hac Îbrahîm Hac Mensûr ji ber nexweşiya gûrçikan di temenê xwe yê 85 salî de wefat kir. Ebdulezîz li Nexweşxaneya Hikme ya li Hesekê tedawî dibû û vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Ebdulezîz Hac Îbrahîm Hac Mensûr sala 1939’an li gundê Selam ê Dirbêsiyê ji dayik bûye. Hac Mensûr yek jî kesên destpêkê bû ku xwedî li Tevgera Rizgariya Kurdistanê derket. Hac Mensûr sala 1986’an anku di hevdîtina xwe ya li gel Rêber Abdullah Ocalan de li Akademiya Şehîd Hahsûm Korkmaz tevgera rizgariya Kurdistnê nas kir. Di salên 1990’î de jî gelek caran hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kir. Li Başûrê Kurdistanê bi pêşengên tevgerê re mîna Şehîd Sakîne Cansiz jî hevdîtin pêk anî.

Ebdulezîz Hac Îbrahîm Hac Mensûr ji ber çalakî û girêdana xwe ya bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê re ji aliyê rejîma Baasê ve dihat astengkirin.

Şêniyên gundê Selam, Mele Ebdurehman Timoqî pêşwazî kiribû, malek jê re ava kir ku heta roja şehadeta xwe di sala 1992’yan de lê dima.

Ebdulezîzî Hac Mensûr heta dawiya jiyana xwe roleke mezin di pêkanîna aştiya navxweyî de lîst.

Ebdulezîz Hac Îbrahîm Hac Mensûr li gundê Selam ê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê hat veşartin.

(bb)