Kombenda Efrîn banga bidawîkirina dorpêça li ser Şehbayê kir

Kombenda Efrîn a Civakî dorpêça li ser Şehbayê ya ji hêla hikumeta Şamê ve şermezar kir û bang Ii rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku destwerdanê bikin û dorpêçê bi dawî bikin, alîkarî û piştgiriyê bidin ku karesatên mirovî çênebin.

Kombenda Efrîn banga bidawîkirina dorpêça li ser Şehbayê kir
29 mijdar, 2023   13:39
QAMIŞLO

Hêzên hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser herêmên Şehbayê ferz dikin, nahêlin madeyên bingehîn û pêdiviyên pêwîst ên jiyanê, bi taybet sotemenî, pêdiviyên zarokan û xurdemenî derbas bin. Ji ber wê tevahî saziyên xizmetguzarî û sivîl ên li herêmê sekinîn, tenê firin bi enerjiya xwe ya berhemdanê ya kêm dixebitin. Perwerdeya dibistanan jî hate taloqkirin, bi wê re 14 hezar û 500 xwendekar ji ber dorpêçê ji xwendinê mehrûm bûn.

Der barê mijarê de Kombenda Efrîn a Civakî ya Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê kiryarên hikumeta Şamê yên li dijî xelkê Şehbayê şermezar kirin.

Endama kombendê Zerîban Hisên li pêş avahiya kombendê ya li Qamişloyê bi beşdariya endanên kombendê û koçberên Efrînê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin piştî 5 salan di ser dagirkirina Efrînê re, binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û bicihbûna koçberên Efrînê li kampan û malên berwêrankirî re hêzên hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser koçberên li Şehbayê ferz dikin. Armanca wan ji vê dorpêçê vîna koçberên Efrînê bişikînin û wan belav bikin. Hêzên hikumeta Şamê bi rêya Firqeya 4′an nahêlin madeyên bingehîn mîna derman, ard, xurdemenî, sotemenî derbasî herêmê bin, di encamê de êşên koçberan zêde dibin.

Kombendê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku di 4 rojên dawîn de jenetorên kehrebê ji ber nebûna sotemeniyê li Heleb û Şehbayê bi temamî sekinînin, ji wê zêdetir jî dewleta Tirk a dagirker topbaranên xwe dewam dike.

Desteya Perwerdê ya li Şehbayê giştînameyek li ser taloqkirina dewama dibistanan û girtina wê bi sedema nebûna mazotê û sekinandina wesayîtên veguhastinê dabû.

Di dawiyê de kombendê piştgiriyê xwe ji xelkê li Şehbayê re anî ziman û bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku yekser destwerdanê bikin û dorpêçê bi dawî bikin da ku karesatên mirovî pêk neyên.

(fr)

ANHA