Desthilatên Tirkiyeyê bi darê zorê 250 penaberên Sûriyeyê derxistin

Di çarçoveya bikaranîna penaberên Sûriyeyî de di guhartina demografîk li herêmên dagirkirî de desthilatên Tirkiyeyê beşeke din a penaberên sûriyeyî ji xaka xwe ber bi xaka Sûriyeyê ve şandin.

Desthilatên Tirkiyeyê bi darê zorê 250 penaberên Sûriyeyê derxistin
29 mijdar 2023   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilatên dewleta Tirk a dagirker duh 250 penaberên sûriyeyî ji xaka xwe bi darê zorê ber herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê ve di deriyê Bab El Selamê ya li bakurê Sûriyeyê re şandin, tevî ku nasnameyên tirkiyeyê li gel wan hene.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka salê ve bi deh hezaran sûriyeyiyên ku pê re nasmeyên tirkî hene bi darê zorê di deriyên sînor re dişînin herêmên dagirkirî yên Efrîn, Girê Spî, Cerablus, Ezaz, Serêkaniyê û herêmên din ên di bin kontrola çeteyên ′Heyet Tehrîr El Şam ên li Idlibê de.

Di 1′ê Mijdarê de desthilatên Tirkiyeyê 215 penaberên sûriyeyî bi darê zorê di deriyên li bakurê Helebê re şandin; 200 sûriyeyî bi 4 erebeyan di deriyê Bab El Selamê re derbas kirin, her wiha dewleta Tirk a dagirker 13 penaberên sûriyeyî di deriyê Cerablusê re şandin. Desthilatên Tirkiyeyê îmzeya wan a dest û çavan birin da ku careke din venegerin xaka Tirkiyeyê û neçar kirin li ser belgeyên ku ew bi dilxwazî vedigerin Sûriyeyê îmze bikin.

(fr)