Balafirên Tirkiyeyê gundên Biradostê bombebaran kirin
Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker gundên Bêrkeme, Sinîn, Tarsta û Singa yên girêdayî Herêma Biradostê bombebaran kirin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.
Li gorî agahiyên ji ajansa Rojnws′ê re hatine ragihandin, beriya niha bi demek kurt, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker gundên, Bêrkeme, Sinîn, Tarsta û Singa yên girêdayî Herêma Biradostê bombebaran kirine.
Der barê ziyanan de agahî nehatin standin.