Koma Muqaweme Îslamî êriş Îsraîlê kir

Koma Muqaweme Îslamî (Berxwedana Îslamî) ya Iraqê ragihand ku hêzên wan carek din bi rêya balafirek bê mirov, êrişî herêma Îlat a di bin kontrola Îsraîlê de kirine.

Koma Muqaweme Îslamî êriş Îsraîlê kir
26 cotmeh, 2024   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Muqaweme Îslamî ya Iraqê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya piştgiriya bi gelê Filistîn û Lubnanê de, danê siharê  carek din bi rêya balafirek bê mirov, êriş ser herêma Îlat ya di bin kontrola Îsraîlê de kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êriş gihiştiye armanca xwe, lê der barê ziyanan de agahî nehatine standin.