Hêzên Îsraîlê Şam, Hums û Tertûs bombebaran kirin

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê derdora paytexta Sûriyeyê Şamê, rojavayê Hums û Tertûsê bombebaran kirin.

Hêzên Îsraîlê Şam, Hums û Tertûs bombebaran kirin
26 cotmeh, 2024   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li derdora paytexta Sûriyeyê Şamê, rojavayê Hums û Tertûsê gelek dever bombebaran kirin.

Hate zanîn ku hêzên parastina asîmanî yên hikûmeta Şamê bersiva êrişeke asîmanî ya Îsraîlê ya li derdora paytextê daye.

Niştecihên ku li rojavayê paytext Şamê dijîn, gotin: “Bombebarana Îsraîlê piştî nîvê şeva Înê/Şemiyê pêk hat, ku zêdetirî 10 teqînan hatin bihîstin.”

Çavkaniyên nêzîkî hêzên hikûmeta Şamê gotin: “Hêzên hikûmetê bersiva êrişeke Îsraîlî li ser deverên rojavayê bajarê Humsê dan, her wiha bersiva êrişên Îsaîlê yên li ser parêzgeha Tertûsê û navendeke artêşa Sûriyê li gundewarê Siwêdayê dan. "

Li parêzgeha Derayê jî şêniyan gotin ku wan dengên balafirên şer ên ku li herêmên başûrê Sûriyê difirin bihîstin, lê ti bombebaran li parêzgehê pêk nehatin.

(k)