Koma 6ˊan a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihaşt Rojava

Koma 6ˊan a ciwanên Başûrê Kurdistanê, bi armanca tevlêbûna seferberiya giştî û parastina gel, gihaşt Rojavayê Kurdistanê.

Koma 6ˊan a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihaşt Rojava
Koma 6ˊan a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihaşt Rojava
Koma 6ˊan a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihaşt Rojava
Koma 6ˊan a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihaşt Rojava
Koma 6ˊan a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihaşt Rojava
21 ÇILE, 2026   23:39
QAMIŞLO

Vê êvarê, koma 6ˊan a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihaşt Rojavayê Kurdistanê.

Ji dema ragihandina seferberiya giştî ji hêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve û berdewama êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, Kurdistaniyên li seranserî cîhanê li kolanan in, piştgiriyê didin QSD û YPJˊê

Ji çend rojan ve ciwanên Başûrê Kurdistanê bi awayekî kom bi kom xwe amade dikin ku xwe bigihînin Rojavayê Kurdistanê. Beriya çend kêliyan koma 6ˊan bi rêya deriyê Sêmalkayê gihaşt bajarê Dêrikê.

Ajansa me bi ciwanên Başûrê Kurdistanê re civiya. Ehmed Ehmed ji ciwanên tev li berxwedanê bûye got: "Ez ji bo parastina xelkê xwe yê Rojava hatime, divê tevahî ciwan tev bigerin, derbasî Rojava bibin. Ji ber ku ketina Rojava tê wateya dawiya Kurdistanê."

Ehmed bang tev li hemû ciwanan kir ku bi erkên xwe yên neteweyî bifikirin, bi lez werin vir.

Menawem Beyar ê ji bajarê Silêmaniyê hatiye Rojavayê Kurdistanê ku tev li seferberiyê bibe got: "Ez pir serbilind im ku ji bo gelê Kurd ê Rojava bibim şervan, ji ber ku Kurdistan yek e. Em hemû ji Rojava hez dikin, divê em bi ser bikevin."

(fr)

ANHA